Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hat îdiakirin ku li Sûriyê, li bajarokê Han Şeyhun (Xan Şeyxun) ê bajarê Idlibê li hemberî nexweşxaneyekê êrîşa gaza kimyewî pêk hat.
Rêxistina Çavdêrî ya Mafên Mirovan a Sûriyê aşkere kir ku nîşaneyên kesên rastî êrîşê hatine, “nîşaneyên êrîşa gazê ya klasîk” in.
Li gorî nûçeya Reutersê ku dispêre çavdêrên Sûriyê û xebatkarên dermankirinê, hat îdiakirin ku êrîş ji hêla balafirên hikûmeta Sûriyê ve hat kirin.
Ajansa Anadoluyê di nûçeya xwe de got ku êrîş ji hêla hikûmeta Sûriyê ve pêk hatiye û gaza klorê hatiye bikar anîn. Li gorî heman nûçeyê zêdetirî 100 kesan sivîl mirin û herî kêm 500 kes jî di bin bandora gazê de man.
Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ferras Cundî derbarê êrîşê de civîneke çapeminiyê lidar xist û di vê civînê de îdia kir ku “Balafirên Sohoyê, saet 07.15ê de bi roketên gaza bijehr taxa bakur a navçeya Han Şeyhunê ku li çoltarê başûrê Idlibê cî digire kirin hedef.”
Him Cundî him jî Ajansa Anadoluyê diyar kirin ku birîndar birine Tirkiyê.
Çavkaniyeke ji artêşa Sûriyê ji Reutersê re axivî û qebûl nekir ku artêşê bi vî awayî çek bikar aniye.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku wan herêma Han Şeyhun a bajarê Idlibê bombebaran nekirine.