Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Duh bi şev li Hatayê bi pileya 6,4ê erd hejiyaye ku navenda wê navçeya Hatayê Defne ye. Di encama erdhejê de destpêkê hate aşkerekirin ku 3 kes mirine. Piştî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, diyar bûye ku li Taxa Şehit Murat Nuraydinî ya Taxa Gaziyê ya navçeya Antakyayê, di avahiyekê de cenazeyê sê kesên din jî hatine dîtin. Li gorî vê encamê, ji ber erdheja dawiyê 6 kes mirine.
Li gorî daxuyaniya ku AFADê daye, duh bi şev (20ê Sibatê) saet li derdora 20.04 deqîqeyan, li navçeya Defneyê ya Hatayê erd bi pileya 6,4ê hejiyaye. Li gorî vê daxuyaniyê erdhej 16,7 kîlometro di bin erdê de bûye. Piştî vê erdhejê bi sê deqîqeyan ango saet di 20,07 deqîqeyan de vê carê jî li navçeya Samandagê bi pileya 5,8ê erd hejiyaye. Erdhejan bandoreke mezin li navçe û bajarên derûdorê jî kiriye.
Erdheja ku li Hatayê pêk hatiye, ziyan daye avahiyên ji ber erdhejên 6ê Sibatê bûne. 4 kesên ku di avahiyeke ziyandîtî de bûn û dixwestin kelûpelên malê jê derxin û bixin wesayita barhilgir, di bin kavilan de mane.
Tîmên AFAD, PAK û UMKEyê çûne herêmê û dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirine.
Savaş Gundogdû bi birîndarî Huseyîn Cuneyîdoglûyê 22 salî jî bi mirî ji bin kavilan derxistine. Tîm hewl didin ku cenazeyê herdu kesên din jî ji bin kavilan derxin.
Yek ji xebatkarên şîrketa barhilgiriyê Selman Hallakî ji nûçegîhanê AAyê re gotiye, wan kelûpelên di bin kavil de mane, bar dikirin.
Hallakî diyar kiriye ku dema erd dihejiya, wî kelûpel ji avahiyê derxistibû û ber bi wesayitê ve diçû: "4 kesan ji malê kelûpel bar dikirin. Kesek ji enkazê derxistin û birin nexweşxaneyê. 2 tirk, sûriyeyiyek di bin kavil de ne."
18 jê bi giranî 294 kes birîndar in
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Kocayî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandiye û gotiye ku di encama erdhejên bi pileya 6,4 û 5,8ê li Hatayê pêk hatine de, 294 kes birîndar bûne û birîna 18an giran e.
(AÖ/FD)