Fotograf: sculptorli / flickr.com
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (Turk-Îş) encamên Lêkolîna Sînorê Birçîtî û Xizaniyê ya Hezîrana 2023yan aşkere kiriye. Turk-Îş mehê carekê encamên lêkolînê diweşîne.
Li gorî lêkolînê;
Turk-Îşê di meha Gulanê de diyar kiribû ku sînorê birçîtiyê 10 hezar û 362 TL, sînorê xizaniyê jî 33 hezar û 752 TL ye.
Li gorî daneyên heman sendîkayê, enflasyona xurekan a meha Hezîranê jî ji sedî 0,1 bû. Ya salê jî ji sedî 62,30 e. Li gorî van daneyan, ev rêje kêmtirîn rêjeya ji serê Kanûna Paşiyê ya 2022yan heta niha ye. (HA/FD)