Fotograf: Yekîtiya Odeyên Çandiniyê ya Tirkiyeyê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) di meha Tebaxê de enflasyon mehane ji sedî 0,86 û salane jî ji sedî 11,77 zêde bûye.
Li gorî meha Kanûna Pêşiyê ya sala berê rêje ji sedî 7,29 bû û navinciya dozdeh mehan jî bûye ji sedî 11,27.
Di Tebaxê de enflasyon mehane ji sedî 0,86 zêde bûye û salane jî bûye 11,77. Zêdebûna herî kêm a salane bi rêjeya ji sedî 2,44 di vexwarinên bialkol û berhemên titûnê de çêbûne.
Koma ku rêjeya mehane herî zedeye jî bi dorê ji sedî 5,09 di hinek mal û xizmetan de çêbûne.
Bihayê 273 kel û pelan zêde bûne
Di Tebaxa 2020an de ji 428 kel û pelên di çarçoveya endeksê de, buhayê giştî yê 92 kel û pelan daketiye û buhayê giştî yê 53 kel û pelan jî neguherîye. Buhayê 273 kel û pelan jî zêde bûne.
Di meha Tebaxê de kel û pelên herî zêde buha bûne û rêjeyên guherîna wan wiha ne:
Xiyar: Ji sedî 25,17
Lîmon: Ji sedî 21,85
Seferên navxweyî yên bi maweya hefteyekê û zêdetir: Ji sedî 18,64
Balîcan: Ji sedî 14,83
Xişir (zêr): Ji sedî 14,65
(HA/AY/FD)