Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dîlokê Mahmût Togrûl binpêkirina mafan ên ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa L ya Dîlokê rast tên bir rojeva Parlamentoyê.
Togrûl li pirsiyarnameya xwe de got ku pirsgirêka girtiyan a bidestxistina xwarin û avê heye û girtî rastî tecrîtê tên.
Di pirsiyarnameya ku ji bo Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag bibersivîne hatiye pêşkêşkirin de hatiye diyar kirin ku girtî nikarin hewcedariyên esasî bidest bixin.
Mahmût Togrûl di pirsiyarnameyê de cî daye van agahiyan:
“Li gorî zanyariyên ku parêzerên girtiyên di Girtîgeha Tîpa L ya Dîlokê de dane; girtiyan qet dernaxin qadên hevbeş, mafê wan ên sohbetê û kirina sporê tên qedexekirin.
“Armanca van pêkanînan ne tenê astengkirina têkiliyên civakî yên girtiyan e, her wiha dixwazin xûy a têgihiştin û pejn a girtiyan rakin û bi vê taybetmendiya karkirina zihnî ya wan xira bikin.
“Di serê pirsgirêkên herî girîng de pirsgirêka av û xwarinê heye.
“Ji bo girtiyên zehmetiyê dikişînin ku ava vexwarinê peyda bikin, rojê tenê nîv saet av tê dayîn ku ew jî ne ava vexwarinê ye.
“Ji bo paqijî û serşuştinê têra girtiyan av nayê dayîn.”
Togrûl di pirsyarnameya xwe de ji Wezîrê Dadê pirsiye ku ti lêpirsîn hatiye vekirin an na û ti tedbîr hatine standin an na. (AS/FD)