*Fotograf: Houssam Shbaro/AA.
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Beyrûta paytexta Lubnanê duh di saetên êvarê de teqînek mezin pêkhatiye.
Li gorî daxuyaniya Abbas Îbrahîm, Rêvebirê Giştî ê Saziya Ewlekariya Navxweyî teqîn li benderê di herêma 12em de pêkhatiye û cîhê ku teqîn çêbûye maddeyên teqemeniyê lê zêde bûne. Beyrût weke ‘Herêma karesatan’ hatiye ragihandin û li paytextê ji bo du hefteyan biryara rewşa awarte hatiye stendin. Her weha li wî welatî şîna neteweyî hatiye ragihandin.
Li gor nûçeya El Cezîreyê Hassan Hamad, Wezîrê Tenduristiyê ê Lubnanê aşkere kiriye, herî kêm 63 kes miriye û ji 3 hezarî zêdetir kes birîndar bûne.
Hasan Dîab, Serokwezîrê Lubnanê jî derbarê teqînê de daxuyani daye û gotiye, “ Wê hesab li berpirsên karesata ku îro li Lubnanê çêbûye were pirsandin.”
Li gorî nûçeya BBCê Emîlîa Papadopoulos, nûçegîhanê BBCê û pêşkeşkarê TVyê diyar kiriye, wan bandora teqînê li Lîmasola Kibrisê hîs kiriye û paceyên malan lerziya ye.
Mervan Abbûd, Waliyê Beyrûtê ji bo lêkolînê çûye cîhê bûyerê û li wir daxuyanî daye û gotiye, Beyrût bûye herêma karesatan û xesar û ziyan zêde ne.
Abbûdî teqîna li benderê pêkhatiye şibandiye teqîna Hîroşîmayê û Nagazakîyê.
Nizar Necaryan, Sekreterê Giştî ê Partiya Ketaîbê di teqînê de miriye.
Çend roj mabû Dadgeha Lubnanê a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî(NY) biryara doza suîqesta Refîk Herîrî, Serokwezîrê berê ê Lubnanê aşkere bikiraba. Çêbûna teqînê li pêş biryarê bal kişandiye.
Dadgeha Lubnanê a Navneteweyî ya NYê aşkere kiribû, ku ewê di 7ê Tebaxê de derbarê doza sûîqesta Herîrî de wê biryarê bidin. (PT/AY/FD)