Dadgehê biryar da ku heyeta dadkirinê dê guh bide îfadeya 51 kesên şahid. Yek ji wan kesên li dadgehê axivîn waliyê Stenbolê Muamer Guler bû.
Dadgehê biryar daye ku ew kesên bi FETO(Rêxistina Terorî ya Fethullahgir) re têkildar Hirant Dînk kuştiye. Dozgerî navê 27 xebatkarên dewletê li lêpirsîna dozê zêde kiriye.
Îdianameya sêyem li dosyeya dozê hatiye zêdekirin.
Dadgehê biryara tehliyekirina Hamza Celepoğlu û Yavuz Karakay daye. Hamza Celepoğlu di dema kuştina Dînkî de fermandarê Daîreya Îstixbaratê ya Serfermandariya Giştî ya Cendirmeyan bû. Yavuz Karakay yek ji astsubayan bûye ku ji bo Midûriya Îstixbaratê ya Stenbolê kar dikir.
Piştî tehliyekirina wan du girtîyan ji ber bûyera kuştina Dînkî du çar kes mane di girtîgehan de.
(HA/EA/MB)