Filmê The Post
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kesên ku hêjayî Xelatên Pulitzerî hatine dîtin aşkere bûne. Merasîma xelatdayînê, ji ber nexweşiya vîrusa koronaya nû ango Covid-19ê îsal pêk nehat ku her sal li Zanîngeha Columbiayê ya li New Yorkê dihate dayîn.
Yek ji wan xelatan e ku rê li ber rojnamegeran vedike û ji wan re dibe motivasyon.
Rojnameger Dana Canedy, endama Lijneya Rêveber a Xebatên Pulitzerî xelatgir aşkere kirine. Canedy-yê li mala xwe di weşaneke zindî ya li ser Youtube-ê de kiriye û liv ir navên hêjayî xelatkirinê bûne, ragihandiye.
* Nûçeyên Lezgîn (Breaking News Reporting): Ekîba The Courier-Journalê. (Waliyê Kentucky-ê piştî gotinên xwe yên cidaxwaz lêborîna xwe xwestibû. Ekîba The Courier-Journalê dêma lêborîna Waliyî bi hemû detayên wê ragihandibû).
* Rojnamegeriya Lêkolîner (Investigative Reporting): Brian M. Rosenthal- Rojnameya The New York Timesê. Di nûçeyeke xwe behsa şêweyê karkirinê ya taksiyên li New Yorkê kiribû. Hin zanyarî derbarê rêjeyên krediyan û mexdûrbûna ajokarên taksiyan aşkere kiribû. Piştî nûçe hatibû weşandin, lêpirsîn di asta netewî û federal de hatibûn destpêkirin. Paşê jî reform di yaseyan de pêk hatibû.
* Rojnamegeriya Raveker (Explanatory Reporting): Ekîba Washington Postê. Derbarê bandorên metirsîdar ên germbûna kurewî de rêzenivîsek amadekiribûn.
* Rojnamegeriya Herêmî (Local Reporting): Ekîba The Baltimore Sunê. Nûçeyek derbarê têkiliyên darayî yên di navbera şaredar û nexweşxaneya dewletê de weşandibûn. Lêpirsînê dest pê kiribû û kontrola fermî li ser vê têkiliyê hatibû kirin.
* Rojnamegeriya Netewî (National Reporting): T. Christian Miller, Megan Rose û Robert Faturechi (ProPublica). Lêkolîn li ser qezayên di Okyanûsa Pasifîkê de pêk tên û 7em Fîloya DYayê kiribûn û ew weke nûçe weşandibûn.
* Rojnamegeriya Netewî (National Reporting): Dominic Gates, Steve Miletich, Mike Baker û Lewis Kamb (The Seattle Times). Nûçeyek derbarê kêmasiyên dîzaynî yên balafirên Boeign 737 Maxê de weşandibûn ku ev kêmasî bûbû sedema du qezayan û di encamê de rêwî miribûn.
* Rojnamegeriya Navnetewî (International Reporting): Ekîba The New York Timesê. Nûçeyek derbarê siberoja Vladimir Pûtîn, Serokdewletê Rûsyayê û rejîmê de bi weşandibûn.
* Rojnamegeriya Edebî (Feature Writing): Ben Taub (The New Yorker. Çîroka mêrekî ku li Guantanamoyê beriya niha bi 10 salan hatibû revandin, îşkence lê hatibû kirin û ji azadiya xwe bêpar mabû nivîsandibu. Rêbazên “têkoşîna li dijî teröre” ya DYAyê bi detay di nûçeyê de bicih kiribû.
* Şîrovekirin (Commentary): Nikole Hannah-Jones (The New York Times). Gotarek derbarê serdema koletiyê ya li DYAyê de nivîsandibû ku ev kole ji Afrîkayê hatine û di navenda dîroka DYAyê de cih girtine. Rojnamegerê ji perspertîva rizgarî û ewrîma netewî ev gotar nivîsandibû.
* Rexnegirî (Criticisim): Christopher Knight (Los Angeles Times). Nivîseke rexneyî li ser misyona Muzexaneya Hunerî ya Los Angelesê nivîsandibû û hin tişt pêşniyar kiribûn.
* Nivîskariya Edîtoryal (Editorial Writing): Jeffery Gerritt (Herald Press). Ji ber ew karî edîtoryal kiriye ku lêkolîn li ser mirinên li girtîgeheke biçûk a Teksasî kiriye û xetayên polîs û daraza herêmî derxistiye holê.
* Karîkatora Edîtoryal (Editorial Cartooning): Barry Blitt (The New Yorker): Ji ber wan karîkatoran ku behsa rûtînên pêşwaziya mêvanan a Trumpî li Koşka Spî dikir.
* Wênekêşiya Nûçeyên Lezgîn (Breaking News Photography): Serwîsa fotografan a Reutersê. Ji ber wan fotografan ku li Hong Kongê hatine kişandin û tundkariya polîsan a li dijî xwenîşandaran û berxwedana xwenîşandaran nîşan didan.
* Wênêkêşiya Edebî (Feature Photography): Channi Anand, Mukhtar Khan û Dar Yasîn (Associated Press).
* Rojnamegeriya Dengî (Audio Reporting): Ekîba This American Life-ê, Molly O’Toole (Los Angeles Times), Emily Green (rojnamegera serbixwe) û Vice News.
* Şanoya A Strange Loop (Fetleke Seyr) a derhênerê wê Michael R. Jackson e.
* Pirtûka bi navê Sweet Taste of Liberty: A True Story of Slavery and Restitution in America (Çêja Tahmxweş a Azadiyê: Çîroka Rastîn a Koletiya li Amerîkayê û Îadekirinê) ya W. Caleb McDanielî.
* Pirtûka biyografik a Benjamîn Moserî ya bi navê Sontag: Her Life and Work (Sontag: Jiyan û Karên Wê).
* Pirtûka helbestan a Jericho Brownî a bi navê The Tradition(Kelepor).
* Di beşa “Pirtûkên ne honandî yên giştî” de pirtûka derbarê tenduristiyê ya Anne Boyerê ya bi navê The Undying: Pain Vulnerability, Mortality, Medicine, Art, Time, Dreams, Data, Exhaustion, Cancer and Care û ya Greg Grandin a bi navê The End of The Myth: From the Frontier to the Border Wall in the Mind of America.
* Romana Colson Whitehead a bi navê The Nickel Boys.
* Operaya The Central Park Five ya Anthony Davisî.
Zêdetirî 100 salin ku di 21 beşan de tê dayîn.
Li bajarê New Yorkê Zanîngeha Columbiayê di warên rojnamegerî, wêje û muzîkê de dide.
Di Sedsala 19em de rojnameger Joseph Pulitzerî ava kiriye.
Nirxê 20 beşan berberî 10 hezar dolarî ye û weke pere û her weha sertîfîka tê dayîn. Lijneyeke serbixwe xelatgiran diyar dike. (PT/FD)