Li malpera kampanyaya îmzeyan ya bi navê change.org ji bo zimanê kurdî li zimanên Androidê zêde bibe kampanyayek hatiye dest pê kirin.
Banga kampanyayê:
“Ev ji Googleê û hilberînerên amûrên Anroidî re bangewaziyek e ji bo tevlîkirina kurdiyê wek zimanê pergalê li ser pergala xebitandinê ya Androidê û amûrên Androidî.
“Cihê şermê ye ku di serdema zanyariyê de ku cihêrengî û pirzimanî li derdora cîhanê tê pîrozkirin, zimanekî bêhempa wek kurdiyê ji hêla şirketên teknolojiyê ve tê piştguhkirin. Kurd xwedî civakeke ciwan û geş in ku bi piranî li Rojhilata Navîn niştecih e û herwiha li dîasporayên cîhanê jî berbelav e. Piraniya wan bikarînerên dilxwaz yên teknolojiyê ne û dixwazin zimanê xwe li ser gelek platforman bibînin û bi kar bînin.
“Ji bo vê kampanyaya destpêkê me bala xwe daye ser Kurdiya Bakûrî (Kurmancî) ku em wê bidin tevlîkirin li ser PX (Pergala Xebitandinê) ya Androidê. Di vê rewşê de ji bo ji Kurmanciyê re pêşikî bê dayîn gelek sedem hene:
“Kurd xwedî gelheyeke ciwan in ku dixwaze zimanê wan wek heq cihê xwe li ser platform û xizmetên dijîtal bistîne. Hêvîkirina ku dê kurd bi girseyî derbasî amûrên piştgiriya zimanê wan î zikmakî dike û nirxê wê digre bibin ne şaş e, çimkî baş tê zanîn ku çawa zimanê xwe her bilind digrin.
“Em hêvîdar in dê aliyên têkildar vê potansiyela hêja bi encam bikin û xizmeta ku ji wan re pêwîst e pêşkeşî neteweya kurd bikin.
“Kurdiya Bakûrî li ser Wîkîpediyayê: Kurmancî
“Lîsteya zimanên zikmakî li gor hejmara peyiverên wan: Zimanên zikmakî
“Kurdiya Bakûrî li ser SIL ISO 639ê: KMR”
Ji bo dîtina kampanyayê bitikîne.
(MB)