Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Koordînasyona Heskîfê derbarê kampanyaya îmzeyan a ji bo Heskîf û Geliyê Dîjleyê de zanyariyên dawiyê par ve kiriye. Li gorî daxuyaniya Koordînasyonê, li bendavê di Tîrmeha 2019ê de av êdî dest bi komûnê kiriye û çend roj in dixwazin ketin û derketine Heskîfê asteng bikin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku heta niha di kampanyayên îmzeyan de zêdetirî 300 hezar îmze hatine komkirin û bang li raya giştî hatiye kirin ku piştgiriyê bidin kampanyeya îmzeyan.
Li gorî vê daxuyaniyê rêxistinên jîngehparêziyê yên Îranê bi sernavê "Safeguarding Hoor al-Azim Lagoon" li ser Change.orgê kampanyayek dane dest pê kirin û heta niha 168 hezar îmze kom kirin.
Hewldana Jiyandinê ya Heskîfê di Hezîrana 2019ê de li ser Change.orgê kampanyayek daye dest pê kirin û heta niha zêdetirî 13 hezar îmze kom kirine.
Hin kampanyayên ku berê hatibûn destpêkirin:
Komeleya Xwezayê û Kovara Atlasê di sala 2006ê de kampanyayek dabû destpêkirin. Wê gavê nêzîkî 70 hezar îmze kom kiribûn. Dîsa di sala 2009ê de bi piştevaniya Tarkan, Sezen Aksû û hin hunermendên hin kampanyayek li dar ketibû. Li wê jî 10 hezar îmze kûn bûbûn.
Gelek rêxistinên sivîl ên Tirkiye, Îran, Iraq û hin welatên din di sala 2012ê de kampanyayek dabû destpêkirin û 35 hezar û 200 îmze radestî Komîteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê kiribûn.
Arkeofiliyê di sala 2015ê de kampanyayek dabû destpêkirin û 8 hezar û 500 îmze, radestî Wezareta Çand û Tûrîzmê kiribû.
Dîsa biçûk mezin hin kampanyayên din li ser Change.orgê hatibûn li dar xistin û zêdetirî 5 hezar îmze hatibûn komkirin. (EMK/FD)