Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Amerîkayê Donald Trumpî eşkere kir ku ew ê li Sûriyeyê herêmeka ewle çêbike.
Trump ji ABCyê re axiviye. Wî gotiye Yekîtîya Ewropayê gelekê xelet kiriye ku destûr daye bi hezaran penaber biçi welatên wan.
Li gor nûçeyeka Reutersê, ji bo Trumpî reşbeleka planekê hatiye amadekirin. Li gor planê li Sûriyeyê herêmeka ewle dê bê çêkirin û penaber dê li wê derê bêne komkirin.
Li gor planê “Wezareta Karê Derve û Wezareta Parastinê dê piştî qebûlkirina planê di 90 rojan de herêmeka ewle çêbike û penaberan li wan deran bi cih bike.
Rûsyayê Trump hişyar kir û da zanîn ji bo planeka bi vî rengî divê hemî encam bêne hesibandin. Berdevkê Kremlînê Peskovî gotiye: “Gelekê girîng e ku ev plan rewşa penaberan xerabtir neke.”(YY/MB)
Çavkanî: BBC, VOA, Sputnik News