Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Endamên Heyeta Aştiyê ya Navnetewî, îro bi Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldanê re li navenda giştî ya HDPyê civiya ne.
Wezîrê berê yê Karên Hundir û yê Edaletê yê Îzlandayê Ögmundur Jónasson, Sekreterê Giştî yê TSSA Sendîkaya Barkêşî ya Brîtanyayê Manuel Cortes, aktivîstê mafên mirovan, ekonomîst û akademisyenê arjantînî Beverly Ann Keene, hiqûqnasê sendîkayan ê ji ingiltereyê Paul Scholey, nivîskar, dîroktara filman û aktrîst Maxine Peak, ji Zanîngeha Edînbûrgê Connor Hayes û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Sendîkaya UNITEyê ya Brîtanyayê Tony Burke di nava heyetê de bûne.
Heyet bi armanca ku lêkolînê li ser tecrît û grevên birçîbûnê bikin hatine tirkiyeyê. Endamên Heyetê piştî kombûna bi Bûldanê re civîneke çapemeniyê li dar xist. Endamên heyetê di civînê de diyar kirin ku divê tecrît rabe û divê edalet pêk were.
Leyla Guven Parlamentera HDPyê ya Colemêrgê bi armanca ku tecrîta li ser Serokê PKKyê Abdûllah Ocalanî rabe, 97 roj e di greva birçîbûnê de ye. Her weha Sebahat Tûncel Hevseroka Giştî ya DBPyê û Parlamentera berê ya Colemêrgê Selma Irmak jî ji 15ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Dîsa li girtîgehan 54 jê jin 247 jê mêr, bi giştî 301 girtî jî bi heman armancê di greva birçîbûnê de ne.
Di civînê de pêşiyê Bûldan axivî ye û wiha gotiye:
“Em girîngiyê didin wî tiştî ku tecrîta gelekî giran a li ser Ocalanî di rojeva welatên Ewropayê de ye. Ji bo rakirina tecrîtê em têdikoşin lewre em tecrîtê weke pirsgirêka mirovahiyê û mafên mirovan dibînin.”
Piştî Bûldanê li ser navê heyetê Jónasson, Wezîrê berê yê Karên Navxweyî û yê Dadê yê Îzlandeyê axivî û got: “Me nameyek ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re şand û me daxwaza hevdîtinê lê kir. Me di vê nameyê de jê re wiha got: Me got, em dizanin ku demeke dirêj e hevdîtina malbat û parêzerên Abdûllah Ocalanî nayê kirin. Me nameyek ji we re şand û em ji we rica dikin ku hûn şert û mercên serdana li Îmraliyê çêbikin ku li wir girtî ye. Em hîna li bendî bersiva nameyê ne.” (AS/FD)