Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî Walîtiya Enqereyê biryar stand ku çalakiya Platformên KHKyiyan were qedexekirin, HDPyê daxuyaniyek weşand û KHKyî vexwend Navenda xwe ya Giştî.
Platformên KHKyiyan aşkere kiribû ku wê di 5 û 6ê Çiriya Pêşiyê de li Enqereyê kom bibin. Walîtiya Enwereyê biryar daye ku destûrê nedin çalakiyê.
Walîtiya Enqereyê ji Midûriyeta Sehneyê ya Yilmaz Guneyî re nivîsek şandiye û tê de behsa bangewaziyên çalakiya 5 û 6ê Çiriya Pêşiyê kiriye. Walîtiyê gotiye ku wan çalakî li gorî Qanûna Rêveberiya Bajaran a hejmar 5442yê û ya Qanûna Civîn, Meş û Xwenîşandanan a hejmar 2911ê hatiye qedexekirin.
HDPyê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşandiye û tê de wiha gotiye: “Walîtiya Enqereyê bi vê biryara qedexekirinan re dixwaze li pêşiya çareseriya pirsgirkêna a welatiyan û daxwaza wan a kar, nan û edaletê asteng bike. Dihêle ku çareserî pêk neyê. Ji bo axavtvan û beşdarvanên ku wê 5 û 6ê Çiriya Pêşiyê bihatana ba hev, vedixwînin Navenda Giştî ya HDPyê.” (TP/FD)