Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Koma meclisê û MYKa (lijneya rêveberiya navendê) HDPê piştî girtinên Hevserokên Giştî Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag û 8 parlementerên din; du rojbûn li Amedê civîn kirin û duh biryarên girtî eşkere kirin.
Daxuyaniyê Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen xwend. Bilgen daxuyand ku HDPê karên xwe yên li meclîsê da sekinandin.
Di wê daxuyaniya HDPê de wiha hat gotin:
“Hukimeta AKPê ku di destpêkê de parêzbendiya parlamenteran rakir û piştre hewldana darbeya 15ê Tîrmehê weke firsendekê bi kar anî, bi Rewşa Awarte û KHKan welêt bi rê ve dibe û darbeya xwe dimeşîne, bi tevizandina meclisê re Tirkiye veguherandiye 'Komara Qeyûm'. Herî dawî 9 hevalên me yên wekîl ku hevserokên me jî di nava wan de ne girt û bi vî rengî nîşan da ku bi ti awayî hurmetê nade vîna gel. Dorpêçkirina avahiya Navenad Giştî ya Partiyê li Enqereyê û astengkirina endam û rêveberên me, ku nikarin bikevin hundir, nêrîna wan a li siyaseta demokratîk nîşan dide.
“Di encama nîqaş û nirxandinên Koma Meclisê û Lijneya Rêveberiya Giştî ya partiya me biryar dan ku li dijî vê êrîşa herî tarî û berfireh a dîroka me ya siyaseta demokratîk, xebatên xwe yên li organa qanûndanînê bidin sekinandin û bi gelên xwe re biryarê bidin.
Di rojên pêş de em ê mal bi mal li tax, gund, navçe û bajaran bigerin, gilî, gazin û pêşniyarên gelê xwe guhdarî bikin. Em ê bi hemû pêkhate, hêzên me yên tifaqê, sazî, hêzên demokrasî, aştî û kedê, rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka, yekîtiyên pîşeyî, komên baweriyan, tevgerên jin, ciwan, hawirdor û ekolojiyê re rûnên û pêşiyarên wan bigirin.
“Piştî vê şêwira berfireh, em ê pêşniyaran binirxînin û encamên wê bi raya giştî re parve bikin. Ne tenê parve bikin, em ê di çarçoveya van pêşniyaran de gavên ber bi siberojê ve bavêjin. Li dijî 'Komara Qeyûm' em ê têkoşîna 'Komara Demokratîk' mezin bikin.”
Her dû hevserokên giştî jî tê de 12 parlementerên HDPê di 4ê Mijdarê de di encama serdegertinên li navenda partî û malên wan de hatin binçavkirin û piştre Selahattîn Demirtaş, Figen Yuksekdag, Abdullah Zeydan, Îdrîs Baluken, Leyla Birlik, Selma Irmank, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim, Ferhat Encu û Nîhat Akdogan hatin girtin.
Ziya Pir, Sirri Sureya Onder û Îmam Taşçier bi şertê kontrola edlî serbet hatin berdan. Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer ji ber li derveyî welat in nehatine binçavkirin lê, derbarê wan de jî biryara girtinê hat dayîn.
(EA/YO)