Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hatiye îdiakirin ku polîsan duh li Amedê saet di 04.00ê destê sibehê de gule bera serê xortê bi navê Recep Hantaşî daye û ew kuştiye.
Hantaş 20 salî bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Hantaş bi hevalekî xwe re li Sumerparkê rûniştî bû û di vê demê de polîsan gule bera wî dane û ew kuştiye.
Hantaş di wê kêliyê de miriye û xortê li ba wî hatiye desteserkirin ku şahidî ji bûyerê re kiriye.
Cenazeyê Hantaşî rakirine morga Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û di saetên nîvro de di bin dorpêça polîsan de li Goristana Yenîkoyê hatiye binaxkirin.
Efe Hantaş, birayê Recep Hantaşî gotiye “polîsan ji me re got, me birayê te bi şaşî kuştiye”.
Efe Hantaşî ev tişt gotine:
“Hîna di germahiya bûyerê de ku bandora bûyerê li ser me hebû, polîsên hatin ba me, ji me xwestin em demildest cenazeyî ji morgê bigirin û bibin goristanê. Polîs di nava endîşeyê de bûn. Dema me cezaneyê birayê min hilgirt û bir Goristana Yenîkoyê, me dît ku goristan di bin dorpêçê de ye.
“Ji bilî me nehiştin ku kes bikeve goristanê. Dema me nimêj dikir û telqîn dixwend, polîs gelek caran hatin ba me û gotin, “bilezînin, bêyî ku qerebalix were wî binaxbikin.
“Recepî ji min re gotibû, dema polîsan kontrola nasnameya me dikir ji min re gotin ‘terorîst’. Min ev tişt qebûl nekir û polîsan gef li min xwar. Ji ber wê ez bawer nakim ku pevçûn çêbûye yan jî ‘bi şaşî hatiye kuştin’.” (EKN/FD)
* Fotoğraf: Mezopotamya Ajansı