Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Esra Ozakçayê derbarê tenduristiya perwerdeker Nûriye Gulmenê û Semîh Ozakçayî de daxuyaniyek belav kir ku ji bo karibin karên xwe yên di çarçoveya Biryarnameya di Huqmê Qanûnê de ji karên xwe hatibûn avêtin û ji bo vegerin karên xwe 107 roj in di greva birçûbûnê de ne.
Li gorî daxuyaniyên ku li ser hesabê Twitterê yê Semîh Ozakçayî hatine aşkerekirin, êşên hestî û masûlkên her du perwerdekeran jî girantir bûne.
Esra Ozakçayê her wiha destnîşan kir ku ji ber di girtîgehê de slogan avêtiye, şandin û standina name û faksan û hevdîtinên bi telefonê yên Nûriye Gulmenê hatine qedexekirin.
Li gorî daxuyaniyê tenduristiya Ozakçayî wiha ye:
“Guhên wî xetimîne û dengê wî naçe wî bixwe. Di lingên wî de êşa masûlkan girantir bûye. Êşeke gelekî zêde di stuyê wî û hestiyên qorikê de heye û ji ber vê jî her gav pêwistiya wî bi xwedirêjkirinê heye. Hesta têreçûnê de her du çavên wî de jî hene”.
Her wiha hat gotin ku êşa stu û masûlkên sînga akademisyen Gulmenê zêdetir bûne:
“Ji be êşa masûlkên nikare stuyê xwe bitebitîne, nikare milên xwe rake. Qurtere ava ku vedixwe jî xazê pê re çê dike. Êdî nikare tiştên ron bistîne”. (TP/ÇT/FD)