Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Walîtîya Dîlokê eşkere kir ku êrş li Emniyeta Dîlokê hatiye kirin û kesek hatiye kuştin.
Reutersê ji berpirsekê emniyetê ragihand ku ew êrîşkarê hatî kuştin xwekuj bûye.
Gelek tîmên saxlemiyê, tîmên hêza taybet û polîsên fermî li cihê bûyerê kom bûne.
“Îro(10.01.2017) siet 15.20ê êrîşkaran êrîşî polîsên li ber deriyê Emniyeta Dîlokê kirine. Di êrîşê de yek ji ppolîsên me birîndar bûye. “
Berdevkê hikûmetê, Nûman Kûrtûlmûşî jî got:
“Êrîş bi ser êrîşa li Izmîrê ve diçe. Li gor agahiyan yek ji terorîstan reviyaye.” (NV/MB)
Wêne: Ensar Ozdemîr – Dîlok / AA