Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nivîskar Asli Erdogan, zimanzan Necmiye Alpay, Berpirsê Weşana Giştî yê Ozgur Gundemê Zana (Bilir) Kaya û Mudirê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya îro hatin dadkirin.
Di wê dozê de Eren Keskin, Filiz Koçalî, Ragip Zarakoglu Bilge Aykut û Kemal Sancili jî bi awakî negirtî tên dadkirin.
Alpay, Erdogan û Keskîn beşdarê rûniştina dozê bûn.
Kizilkaya û Kaya jî ku li Girtîgeha Silivriyê tên girtin, bi hinceta “wesayît û personel nîn e” neanîn rûniştina dozê.
Gelek parêzer daxwaza mudafîbûna dozê kiribûn lê dadwerê biryar da ku tenê 3 parêzer dikare bibe mudafî. Parêzer Ercan Kanar bertek nîşanî vê yekê da û got ku ew biryar li dijî makeqanûnê ye.
Di dozê de ewil destûr li Asli Erdogan hat dayîn ku xwe biparêze
Asli Erdogan di axavtina xwe de diyar kir ku ew ‘li dijî şer e, antîmilîtarîst e û redkara wicdanî ye” û got ku her çiqas ew di lijneya şêwira Ozgur Gundemê de cih girtibe jî, berpirsyariyeke hiqûqî bi vê yekê nîn e.
Erdogan destnîşan kir ku ew derbarê îxlalkirina mafan, jin û zarokan de dinivîse û got: “Ez bo xweparastina meşrû jî li dijî, tundiyê me”.
Erdogan sucên derbarê xwe red kir.
Rûniştina dozê dewam dike.
(EA/BK/YO)