Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di hilbijartinên Amerîkayê de her kes li ser Trumpî diaxivin lê gelek tişt cara yekem çêbûne û neketine ber çavan.
Catherine Cortez Masto, Kamala Harris, Kate Brown, İlhan Omar, Pramila Jayapal û Stephanie Murphy hemî jî ji Partiya Demokrat in.
Catherine Cortez Mastoyê ji rikeberê xwe Joe Heckeyê ji Partiya Komarî zêdetir deng standin û di dîroka Amerîkayê de bû yekem senatora Latînî.
Cortes dozgerê Eyaleta Nevadayê bû, niho bû senatora Newadayê.
Kamala Harrîs keça jinek ji Hindistanê û mêrek ji Amerîkayê ye. Kamala ji bo Senatoya Kalîforniayê hat hilbijartin.
Stephanie Murphy keça penabereka ji Vîetnamê ye. Li Florîdayê ji rikeberê xwe yê ji Partiya Komarî zêdetir deng standin û ket di Kongreya Amerîkayê de.
Kate Brown di sala 2015ê de dema walîyî dest ji karê xwe berdayî bûbû walîya Oregonê. Vê carê di hilbijartinê de wek walî hat hilbijaartin.
Ilhan Omer keça malbatekê ye ku ji ber şerê navxweyî ji Somalîyê reviya ne. Ilhan jî çar salan li Kenyayê li kampeka penaberan maye. Ew di 12 saliya xwe de hatiye Amerîkayê.
Pramila Jayapal yekem jina ji Hindistanê ye ku ketiye di dîwana temsîlkaran de.
Jayapalê di emrê xwe yê ciwaniyê de ji Hindistanê bar kiriye Amerîkayê.(ÇT/MB)
*Me ev nûçe ji Buzzfeedê berhev kiriye