Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêvebiriya Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Edaletê derbarê Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Hatayê û Girtîgeha Tîpa L a Tûrkoglu ya Mereşê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek daye.
Saziyê diyar kiriye ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Hatayê hin girtiyan hewl dane birevin û agir bi hin cihan xistine. Her weha saziyê gotiye mudaxele li girtiyan hatiye kirin.
“Di encama mudaxeleyê de hewldana revê hatiye astengkirin, agir hatiye vemirandin, ewlehiya girtiyan û mehkûman hatiye sazkirin.
Di dema mudaxeleya bûyeran de 12 girtî û mehkûmên edlî birîndar bûne, ji birîndarên ku birine nexweşxaneyê jê 3 kes mirine.
Her weha saziyê destnîşan kiriye ku Girtîgeha Girtî ya Tîpa Lya Turkoglû ya Mereşê de tu kes nemiriye û ewlehiya girtiyan hatiye sazkirin.(AS/AY)