Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Arjîn Dîlek Oncel a ku ji ber parvekirinên wê yên medyaya civakî doz lê hatibû vekirin, hatiye dadgehkirin. Dozgeriyê bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye” doz lê vekiribû. Dadgehê jî îdianame qebûl kiribû û ji sal û 6 mehan heta 7 sal û nîvê cezayê girtîgehê jê re dihat xwestin. Danişîna ewil a doza Oncel li 11emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hatiye. Oncel û parêzerê xwe Resûl Tamûr beşdarî danişînê bûne.
Dadgehkirin bi xwendina îdianameyê dest pê kiriye. Heyeta dadgehê parvekirinên ku kiriye ji Oncelê pirsiye. Oncelê îdia red kirine û gotiye wê bi armanca agahdarkirinê nûçe parve kirine. Oncelê xwest were beratkirin.
Parêzerê Resûl Tamûrî jî nûçeyên di rojnameyên Cumhuriyet û Sozcuyê de hatine weşandin û dişibin ên Oncelê pêşkêşî heyeta dadgehê kiriye û gotiye derbarê van rojnameyan de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin.
Dozger nêrîna xwe eşkere kiriye û 7 sal û nîv cezayê girtîgehê ji Oncelê re xwestiye.
Heyeta dadgehê biryara xwe spartiye pakêta darazê ya nû û derbarê Oncel de biryara beratê daye. (HA/FD)
Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê