Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
8em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind di dozekê de biryara beraetê ya dadgeha herêmî qebûl kiriye ku ji ber gotinên “Bila Birêz Abdullah Ocalan azad be ku li ber xwe dide û xwe radest nekiriye” li girtiyan hatibû vekirin.
Cemal Bozkûrt bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye li 16em Dadgaha Cezayê Giran a Stenbolê dihate dadkirin. Mûhammet Akyol, Vedat Duşkuner û Baysal Demîrhanê li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê girtî, ji bo piştevaniya bi hevalê xwe re, daxwaznameyek ji bo heman dadgehê re nivîsandine û gotine “Sûcê ku Bozkûrtî kiriye em jî dikin”.
16em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê gilîname ji bo vî tiştî amade kiriye û dadkirina her sê girtiyan sala 2012ê dest pê kiriye. Di encama van dadkirinan de dadgehê gotiye ku “sûc pêk nehatiye” û biryara beraetê ji bo Akyol, Duşkuner û Demîrhanê daye.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê li hember vê biryara dadgehe derketiye û dosye şandiye Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind di 9ê Sibata 2019ê de biryara dadgeha herêmî pesend kiriye û daxwaznameya girtiyan weke azadiya xweîfadekirinê nirxandiye.
Înayet Aksû, parêzerê girtiyan diyar kir ku “di demeke wisa de ku bi tohmeta propagandaya rêxistina gelek kes tên cezakirin” ew biryara Dadgeha Bilind “azadîxwaz û adil dibîne”.
Akyol, Duşkuner û Demîrhan bi tohmeta Li Dijî Sîstema Destûra Bingehîn derketine hîna li Tîpa F ya Tekîrdagê tên girtin. Her sê girtiyan di daxwaznameyên xwe de wiha nivîsandibûn:
“Birêz Abdullah Ocalan serokê Tevgera Kurdan a bi navê PKKyê ku li ber xwe dide. Em birêz Abdullah Ocalanî silav dikin ku li zindana Grava Îmraliyê jî di rêya azadî û aştiya bi rûmet a gelê kurd li ber xwe dide. Divê birêz Abdullah Ocalan demildest serbest bimîne, azadî ji bo Abdullah Ocalanî!
“Birêz Abdullah Ocalan serokê PKKyê û gelê kurd e ku li hemberî her cure hovîtiya dîktatoriya Kemalîst a faşîst li ber xwe dide û qet xwe radest nake. Digel ku di bin tecrîteke gelekî giran û taybet de yî birêz Abdullah Ocalan 13 sal in li Grava Îmraliyê ya dîl lê tê girtin, li ber xwe dide. Em wî û kesên li hemberî zilma faşîst li ber xwe didin bi hestên şoreşgerî û komunîst silav dikin. Divê birêz Ocalan bê şert û merc bê berdan”. (TP/FD)