Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzi bitikîne
Mûsa Çamê parlamenterê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) diyar kir ku referandûm bêyî ûsûlê hatiye kirin û ji ber wê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da.
Di heqê serîlêdanê de, Mûsa Çamî daxuyanîyek da.
“Referandûmeka bêûsûl pêk hat. Rewşeka welê heye ku ji sedî 49ê mafên mirovan hatine binpêkirin. Em ê di parlamentoyê de û li derveyî parlamentoyê li dijî vê rewşa bêûsûl tevbigerin.
“Serokkomarê ku divîya temsîlîya hemîya gelî bike û bêalî be ji bo bangeşeya referandûmê, ji bo dengê erê bê dayin xebitî.
“Bi weşanan wek ew kesên dengê nayê didin terorîst bin, hatin nîşandan.”
CHPyê serî li Dadgeha Bilind jî da û eşkere kir ku di hilbijartinan de bêûsûlî hatiye kirin. YSK(Lijneya Bilind a Hilbijartinan) ji bo dadgeha bilind dîyar kir ku referandûm li gor ûsûlê hatiye kirin. (AS/MB)