Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dîwana Birêvebir a Partiya Komarî ya Gelî(CHP) kom bû û di encama civîdê de encamnameyek belav kir.
Civîn şeva dî pêk hatiye û 6 siet û nîvan dom kiriye.
Vê sibeyê bi encamnameyekê CHPyê xwest parlamenterên Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) û rojnamegerên hatîn girtin serbest bêne berdan.
CHPyê eşkere kir ku girtina rojnamegeran û parlamenteran li dijî Qanûna Bingehîn e.
‘’Xelkê me û parlamentoya me ya xazî hewildana derbekirinê bi helwesta bi hev re li ber avê berda.
‘’Rejîmama me ya parlamenteriyê hêzên demokrasîyê yên Tirkiyeyê bi awayekê serkeftî parastiye.
‘’Bila hemî zordariyên bi hemî rengan ji ser rojnamegeran bêne rakirin.
‘’Divê hemî zordarî bêne rakirin ku mafê hizir, xwe-îfadekirin û mafê dan-û-standina agahiyan binpê dike. ‘’(EKN/MB)