Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Koalîsyona Jinan di Rojnamegeriyê de (CFWIJ) gotiye, “Dema em sala 2020an û îsal berhev dikin, di navbera mehên Kanûna Paşiyê-Nîsana 2021an de em dibînin ku li tevahiya cîhanê ji sedî 130,34 tûndkariya li ser rojnamegerên jin zêde bûye.”
Li gorî daxuyaniya Koalîsyonê tûndkariya herî zêde li dijî rojnamegerên jin li Tirkiyeyê ye.
Detayên ku di raporê de derketine pêş weha ne:
Daxuyaniya koalîsyonê weha ye:
"Me herî zêde bûyerên tûndkariyê li Tirkiyeyê tomar kiriye û me ji nêz ve şopandiye. Bi giştî me bi rêya dadgeriyê bûyerên destdirêjî, êrîş û gefên li hemberî 114 rojnamegerên jin tomar kirin. Ji destpêka sala 2021î heta niha 50 rojnamegerên jin ji ber nûçeyên xwe an go jiber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hatine dadkirin. Derbarê wan de herî zêde dozên cezê û tezmînatê pêkhat.”
(EMK/AY)