Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Rojnameya Yenî Şafakê di nûçeya manşetê de ya bi ser nava “Baronên Qendîlê” 15 baro hedef nîşan dabû. Baroya Amedê li Serdozgeriya Komarî a Amedê giliyê Rojnameya Yenî Şafakê kiriye.
Baroya Amedê ji bo ku rojnameya Yenî Şafakê were cezakirin û derbarê wê de lêpirsîn were destpêkirin gilî kiriye.
Di daxwaznameya gilîkirinê de ya ku îmzeya Parêzer Nahît Eren, Serokê Baroya Amedê li bine, hatiye îdiakirin ku Rojnameya Yenî Şafakê bi eşkereyî sûcê “gel teşwîqî kîn û dijminatiyê kiriye”, “nefret û cûdakarî” û “hewl daye darizandineke bi bandor” çênebe, kiriye.
Çi bûbû?
15 baroyan di 21ê Tîrmehê de daxuyaniyekî hevpar bi ser nava “Em Êrişên Nijadperest Şermezar Dikin” dabûn. Baroyan di daxuyeniyê de gotibû ku divê dawî li gotinên nefretê û zimanê cûdakar were anîn û li dijî êrişan daxwaza lêpirsînekî bibandor kiribûn.
Rojnameya Yenî Şafakê jî di 23ê Tîrmehê de baroyên ku daxuyanî dabûn bi manşeta “Baronên Qendîlê” kiribû hedef.
Li ser vê yekê baroyên 48 bajaran bi daxuyanîyekî hevpar Rojnameya Yenî Şafakê şermezar kiribûn û ragihandibûn ku ew li gel baroyên weke hedef hatibû nişandan ne.
(KO/AY)