AAyê hejmara kesên ku di encama hewldana derbekirinê de hatine kuştin û birîndar bûne, nû kir.
Li gorî agahiyên AAyê di encama hewldana derbekirinê ku di 15ê Tîrmehê de pêk hat de 62 jê polês, 5 jê leşker û 172 jî sivîl bi temamî 240 kesan hatin kuştin.
*Ji 62 polêsan 55ê wan li Enqereyê, 5 ji wan li Stenbolê û 2 jî li Muglayê hatin kuştin.
*Li Enqereyê 4, li Stenbolê jî leşkerekî hatin kuştin.
*Li Enqereyê 78, li Meletiyê 1, li Stenbolê 94 welatiyên sivîl hatin kuştin.
Di encama hewldana derbekirinê de 1535 kes birîndar bûn. 623 kes hê jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.
*Li Enqereyê 96, li Stenbolê 23, li Muglayê 3, li Sakaryayê yek û li Bayburtê jî yek polês birîndar bûn.
*Li Enqereyê 800, li Stenbolê 589 û li Eskişehirê jî yek welatiyên sivîl birîndar bûn.
(ÇT/YO)