Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokatiya Rêvebiriya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku ji saet 10.35an pê ve di erdhejên ku navênda wan Mereş bûye de 7 hezar û 108 kes mirine û 40 hezar û 910 kes jî birîndar bûne.
Her weha Fûat Oktay, Cîgirê Serokomar gotibû ku di erdhejên bi pileya 7.7ê û 7.6ê yên ku li Bazarcix û Elbistana Mereşê pêk hatibû de ji duh(7ê Sibatê) pê ve 8 hezar kes ji bin kavilan hatine rizgarkirin.
Oktayî diyar kiriye ku 16 hezar û 139 tîmên lêgerîn û rizgarkirinê niha li qadê ne.
"Bi tevahî 60 hezar û 218 kes li qadan in"
Oktay, aniye ziman ku li qada erdhejê 4 hezar û 794 makîneyên karî hene û di ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku ji welatên biyanî hatine de jî 3 hezar û 251 kes hene. Her weha Oktay destnîşan kiriye ku dê ji welatên biyanî zêdetirî 2 hezar û 400 xebatkarên lêgerîn û rizgarkirinê jî bên. Oktay diyar kiriye ku ew ê ji Tirkiyeyê nêzî hezar û 500 ekîbên din ên lêgerîn û rizgarkirinê bişînin qadê.
Oktay diyar kiriye ku ji hemû yekîneyan bi tevahî 60 hezar û 218 kes li qadan hatine wezîfedarkirin û gotiye, "Hemû hevalên me bi şev û roj 24 saetan li qadan xebatên xwe didomînin."
Oktay diyar kiriye ku ekîbên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Cendirmeyan, ekîbên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, Wezareta Parastina Neteweyî û hemû yekîneyên pêwendîdar li herêmê ne.
Her weha Oktay bi lêv kiriye ku li qadê derdora 750 vînç hene û wiha gotiye: "Vê yekê karê ekîbên lêgerîn û xilaskirinê hêsan kiriye û li herêma erdhejê bi tevahî 4 hezar û 794 wesayît hatine wezîfedarkirin.(SD/AO/AY)