Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
3. Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê bi beşdariya gelek nivîskar, helbestvan û nîqaşên cihereng wê di navbera 25ê Îlonê û 31ê Çiriya Pêşiyê de pêk were.
Bername bi hevkarîya Weşanxaneya Lîsê û Navenda Hunerê ya Amedê û bi piştevaniya Qadên ji bo Çandê li dar dikeve.
Rojên Berawirdî yên Amedê roja înê, 25ê Îlonê saet di 20.00ê de wê bi axavtinên Abdulla Peşêw û Gunduz Vassafî dest pê bike.
Abdullah Peşêw bi helbestên xwe yên bi temaya azadî bûye yek ji navên girîng yê wêjeya Kurdî û Gunduz Vassaf jî bi wan xebatên xwe tê nasîn ku tê de ranêzikîyên cuda ji bo çand, dîrok û jîyana civakî nîşan dide.
Heman rojê di gotûbêja bi navê “Edebîyat û Dahatûya Pêjnkar” Burhan Sonmez û Gaye Boralıoglu, di ser berhemên xwe re rewşa dinyaya ku em tê de ne ji pencereya wêjeyê wê gengeşe bikin.
Bavê Nazê, mêvanê rûmetê yê bernameya îsal e ku jîyana xwe daye ser wêjeya Kurdî û berhemên wî ji bo gelek zimanan hatine wergerandin.
Di roja 26ê Îlonê û di bernameya bi navê “Cîhana Bavê Nazê: Rasteqînî û Jê Wêdetir” de, dê gengeşe li ser dinyaya berhemên nivîskar bê kirin. Û çalakîya îsal, bi tevkarîya gelek nivîskarên ji ziman û cografyayên cuda, wê qadeke gengeşe û hizirînê ava bike.
Bernameya Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê, roja şemîyê ya 31ê meha Çirîya Pêşîn, bi axaftina Bavê Nazê wê bi dawî dibe.
Ji ber şewba Covid-19ê îsal wê bername bi awayekî online pêk were û hemû çalakî wê li ser kanala Youtubeyê ya Wêjegeh Amedê were weşandin. (FD)