Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîteya Hefteya Rûmetê ya LGBTI+yan a Stenbolê vîdeoyek weşandiye û derbarê 28em Hefteya Rûmetê ya LGBTI+yan a Stenbolê de zanyarî weşandine.
Hefteya îsal wê bi ser navê “Ez li ku me?” pêk were. Komîteyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Sala 2020ê ji bo me hina bûye û dibe saleke wisa ku di navbera me hinan de mesafe zêde bûye, mesafeya di navbera me hinekan bi xwe de kêm bûye. Û em lubunyayên ku ferî her cure krîz û deximandinê bûne, bê sekan tên ba hev, xwe birêxistin dikin, stranan distrên, sextîngan dikin, hebûna xwe û hatina ba hev pîroz dikin û dibjin: ‘Ez li ku me?’. Em ango ew lubunyayên ku di di çemê arastekirinan, nasnameyan, performansan û hebûnan de xwe dişon û lê temaşe dikin ango qet nakevin vî çemî û dihêlin tav li me bide, dibêjin, li nava vî çemî û vî bajarî ‘ez li ku me’.
“Em ango gacıyên* ku di dema nexweşiyan de nikarin di nava malên dê û bavên xwe yên hatine tayînkirin û bi heteroseksizmê hatine dorpêçkirin de bihewin, ên di karên bêewle û kedxwar de tên xebitandin û dema nexwişiyê li ser kar in; em ango LGBTI+yên azadiya wan ji destê wan hatiye standin, di nava sînorên ku ji vîrusan re serbest lê ji mirovan re qedexe ye dixwazin jiyaneke biewle bijîn, dipirsin: ‘Ez li ku me’. Me lêvên xwe sor kirin, me xwe hemra û bodra kir; straponên xwe me li nava xwe girêdaye, em simbêl qeytan in; hin ji me bipirç, hin ji me bişewq, hin ji me qunde, hin ji me gewende…maskeyên me curbecur…” (EMK/FD)