Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Dewleta Florîdayê ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê, li Bara Geyan a Pulseyê komkujîyek hatiye kirin, pêncî welatî hatine kuştin.
Serokwezîrê Brîtanyayê, David Cameron, serokwezîra Almanyayê, Angela Merkel, serokê Îsraîlê Reuven Rivlin, serokê Filistînê Ramî Hemdila, serokê, Lijneya Icrayê ya Efxanistanê, Evdila Evdila, serokwezîrê Awistiralyayê, Malcolm Turnbull, serokê Çînê XI Jinping, serokwezîrê Japonyayê Shinzo Abe û serokwezîrê Malezyayê Najib Razakî bi telefonê bakirine balyozxaneyên Amerîkayê yên di welatê xwe de an jî rasterast serokê Amerikayê, Obamayî û sersaxî xwestiye, bûyer şermezar kiriye.
Tirkiyeyê jî îro bi rêya Wezareta Karên Derve peyama sersaxiyê belav kir û nivîsî: ‘’ Em êrîşa terorî ya îro (12ê Hezîranê) li bajarê Orlandoyê yê Amerîkayê pêk hatî û bûyî sebeba mirina gelek kesan, şermezar dikin û sersaxiyê ji gelê Amerîkayê re dixwazin.’’
Hevserokên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê ji balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê, John Bassî re, nameya sersaxiyê nivîsî.
‘’Em wê hişmendiya ji bilî îdeolojî û nasnameya xwe ti nasname û îdeolojiya qebûl nake, ya ku bi hêcetên cidayetiya nijadî, meshebî û etnîkî û rê nade yên dî bijîn qebûl nakin. Em bi vê pencereyê li komkujîya bi hêceta bijartina zayendî li Orlandoyê pêk hatî, dinêrin û me xwest hûn ji vê yekê agehdar bin.’’(ÇT/MB)