Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Serokwezîra Almanyayê, Merkelê dîyar kir bi rakirina parêzbendiyan ji ber ku sîyasetmedarên kurd dê bibin armanc, ew dikeve di fikarê de.
Li gor BBCyê Merkelê ji Rojnameya Zeitungê re gotiye, encamên gelek cidî dê ji vê biryarê derbikeve.
Tê çaverêkirin ku Merkel îro li Kombûna Mirovahiyê ya Dinyayê, bi Recep Tayyip Erdoganî re bicive.
Merkelê gotiye: ‘’ Divê gelê kurd li Tirkiyeyê bigihin firsetên wekhev û bibe xwedana siberojekê.’’
Wekhevkirina berjewendiyan û destûra dayina vîzeyê
Merkelê qebûl nekir ku bi polîtîkaya li ser penaberan Ewropa bûbe mehkûma biryarên Enqereyê û got ev wekhevkirina berjewendiyan e.
Merkelê dîyar kir ji bo ku welatiyên Tirkiyeyê destûra têketina Ewropayê ya bêvîze bistîne divê Tirkiye şertên Ewropayê pêk bîne.(EKN/MB)