Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li ser berpirsên Weşanên Ozgûr Gûndemê yên nobedar, Ertugrul Mavioglu, Faruk Eren, Ayşe Dûzkan, Mustafa Sonmez û Melda Onur ji ber nûçeyên hatîn weşandin lêpirsîn hatine vekirin.
Bi awayekê sembolîk her roj yek ji Ertugrul Mavioglu, Faruk Eren, Ayşe Dûzkan, Mustafa Sonmez û Melda Onurê bûne berpirsên weşana Ozgûr Gûndemê.
Sendîkaya Karkeran DISKê diyar kiriye tometa li ser rojnamegeran ew e ku li roja wan rojnamegeran berpirsiyariya Rojnameya Ozgûr Gûndemê kirîn, rojnameyê ‘’propagandaya rêxistinê kiriye’’ û nûçeyên ‘’kesan ji bo sûckirinê teşwîq dikin’’ belav kirine.
DISKê gotiye ew ê hem li Tirkiyeyê hem jî li welatên dî li dûv mafên rojnamevanan biçe.
Li gor nûçeya Ozgûr Gûndemê ertugrul Mavîoglûyî gotiye ‘’ em ji bo parastina rojnameyê li wê derê bûn biryareka di cih de ye.’’
Faruk Erenî jî gotiye: ‘’Em ê wek rojnamegeran digel hemî guvaşan li ber xwe bidin û nûçeyan çêbikin.’’
Hevserokên Cemiyeta Rojnamegerên Azad, Hakkı Botan û Nevîn Erdemê dest bi nobedariyê kiribûn. Heta niho ev rojnameger bûne nobedar; Melda Onur, Ertuğrul Mavioglu, Eşber Yagmurdereli, Erol Onderoğlu, Ayşe Duzkan, Fehim Işık, Yıldırım Turker, Mustafa Sonmez, Faruk Eren, Ahmet Abakay, Celal Başlangıç, Uğur Güç, Nurcan Baysal û Ragıp Duran.