Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Partiya Herêman a Demokratîk(DBP), Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan(HDK) û Kongreya Civakên Demokratîk(KCD) ji ber desteserkirina hevserokê DBPyê bertek nîşan da.
Hevserokê DBPyê duhî li dema ji navenda DBPyê ya Diyarbekirê derdiket hat desteserkirin. Li gor parezerên Yûkselî sebebê desteserkirina wî daxuyaniyên wî ne.
Li navenda DBPyê ya Diyarbekirê, bi beşdariya berdevkên HDKyê Gulistan Koçyigit û Ertugrul Kurkçu, hevserokên HDPyê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yûksekdag û hevserokên DBPyê Hatîp Dîcle û Leyla Gûven daxuyanîyek hat dayin.
Li daxuyaniyê Guven, Demîrtaş û Yûkselê daxwaza serbestbûna Yûksekî kir.
Gûven: Hiqûq hat binpêkirin
Li gor nûçeya DIHAyê hevseroka DTKyê gotiye: ‘’ Ew dixwazin tenê yek mêr biaxive, ew jî Recep Tayyîp Erdogan e lê gel vê yekê qebûl nakin.’’
Gûvenê gotiye: ‘’ Hevserokê me mafên ti kesan binpê nekiriye, bêhiqûqî nekiriye. Wî fikrên xwe gotine û hatiye desteserkirin dive demildest ew bê serbestkirin.’’
Demîrtaş: Ev ne cara pêşiyê ye ku hiqûq tê binpêkirin
Hevserokê DBPyê dîyar kiriye ku rêyên demokrasîyê ti caran li Tirkiyeyê nehatine vekirin.
Demîrtaşî gotiye: ‘’ Em ne cara pêşiyê ye ku dibînin hiqûq tê binpêkirin. Bila her kes bizanin ku da em sîyasetê nekin AKP û yên ji pêşiya wê çi jê hatibe kirine. Em bi berxwedanê ji astengên wan borîne. Me kariye em hebin. ‘’
‘’Ji ber ku axiviye, desteserkirî ye’’
Demîrtaşî diyar kriye sebebê desteserkirina Yûksekî daxuyaniyên wî yên paşiyê ne.
Demîrtaşî gotiye: ‘’ Hevsrokê partiyekê da ku sîyasetê bike hatiye hilbijartin lê ji ber ku axiviye hatiye desteserkirin. Tê xwestin ku hevserokê partiya ji sedî 55-60ê dengên hilbijêrên heremê standîn bigire. Ji xwe ew sîyasetmedarek e ku 5 salan neheqane li girtîgehê hatiye girtin. Tehemmila ti kesan nemaye’’
‘’Encamên wê yên siyasî dê li ser milên we bin’’
Selahattîn Demîrtaşî gotiye: ‘’ Ya rastî em qasî dozgeran ji HDPyê re kar nakin. ‘’
Wî dîyar kiriye li sala 2009ê wan ji sedî 7ê dengan standibû lê bi operasyonên KCKyê dengên wan bûn ji sedî 13.
Îro jî heman tiştî dikin. Hûn dikarin Kamûran Yûksekî jî û me jî bigirin. Lê encamên wê yên siyasî dê li ser milên we bin. Hûn ê bin bikevin.
Bi şexsê Kamûran Yûksekî tê xwestin xelkê me teslîm bibe. Divê xelkê me li her deran vê yekê protesto bikin. Ti tiştên Kamûran Yûksekî xwestine ne sûc in. ‘’
(BK/MB)