Fotograf: Zeynep Kuray
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Çawişê Pispor A.A. piştî ku dema li Şirnexî istismar li zarokeke 10 salî dikir hat zeftkirin, hatiye girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, A.A piştî ku hatiye desteserkirin, dozgeriyê îfadeya wî girtiye. A.A.yî gotiye ku ew serxweş bûye û tohmetan qebûl nake. Dadgeriya Nobedar biryara girtina wî daye.
Jinnewsê, di nûçeyekê de aşkere kiribû ku di 14ê Tîrmeha 2020an de li Şirnexê, li zarokeke keç a 10 salî hatiye istismarkirin.
Baroya Şirnexê: Em bûyerê dişopînin
Baroya Şirnexê daxuyaniyek weşandibû û gotibû ku ew bûyerê dişopînin:
“Roja 14.07.2020an saet 23.00ê de bûyera istismara cinsî ya li ser zaroka bi navê H. çûye ber destê dezgehên edlî û ji wê qonaxê pê de bûyer ji nêz ve hatiye şopandin û ji bo gotinên mexdûrê, yên şahidan û delîlên kamerayan bikevin nava dosyayê me gelek hewl daye. Ji ber ku fail karmendê dewletê ye mexdûriyeta me zêdetir bûye.
“Dubare car em dibêjin ku em li hemberî her cure êrîşên li zarokan tên kirin derdikevin; em ji raya giştî re dibêjin ku ji bo her hêlên wê aşkere bibin em bûyerê ji nêz ve dişopînin.”
Nûşerîvan Elçî, Serokê Baroya Şirnexê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandibû û gotibû, ew bûyerê ji nêz ve dişopînin.
Bi xwenîşandanekê hatibû protestokirin
Nûran Îmîr, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê li ser hesabê xwe yê Twitterê ew dîmen weşandibû ku welatiyan piştî êrîşa zayendî kişandine.
Her weha komek Şirnexiyan bûyer li navenda bajêr protesto kiribûn. Gelek kesan bi gotina “#Susmaşirnak” (Bêdeng nemine Şirnex) li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bertek nîşan dabûn.
Walîtî: Gumanbar hatiye desteserkirin
Walîtiya Şirnexê daxuyaniyek weşandibû û gotibû ku kesê bi navê A. A. hatiye desteserkirin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe diyar kirib^Fu ku hin welatî 15ê Tîrmeha 2020an de saet li derdora 01.00ê li xeta gilîkirinê ya polîsan geriyan e û gotine kesek li Yeni Mahalleyê welatiyan aciz dike. Walîtiyê destnîşan kiriye ku polîs çûne wir û dîtine karmendê dewletê yê bi navê A. A. serxweş e û derûdorê aciz dike, liv û tevgerên wî ne dire de ne. Polîsan ew desteser kirine. Serdozgeriya Komarî dest bi şopandina edlî kiriye û ji bo selametiya lêpirsîna edlî û îdarî ew kes ji kar hatiye dûrxistin. (EMK/FD)