Mêran di sala 2019ê de herî hindik 328 jin kuştine
Mêran di sala 2019ê de herî kêm 328 jin û 15 zarok kuştine, tecawiz li 51 jinan kirine. Mêran bi zorê karê seksê li 712 jinan daye kirin. tacîz li 232 jinan kiriye, istismara cinsî li 279 zarokên keç kiriye, ya kêm 630 jin birîndar kirine.
Li gor nûçeyên bianetê di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2019ê, ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di sala 2019ê de herî kêm 328 jin û pitik jî di nav de 15 zarok kuştine, tecawiz li 51 jinan kirine. Mêran bi zorê karê seksê li 712 jinan daye kirin. tacîz li 232 jinan kiriye, istismara cinsî li 279 zarokên keç kiriye.
Mêra di heman salê de ya kêm 630 jin birîndar kirine. Medyayê ragihandiye ku mirina herî kêm 139 jinan “biguman” e.
Mêran di şeş salên derbasbûyî de herî kêm 1699 jin kuştine, 2705 jin jî birîndar kirine. Mirina herî kêm 12 jinan di medyayê weke “kuştinên failên wan nediyar” hatine weşandin.
Mêran di sala 2019ê de hewl daye herî kêm 20 jinan bikujin. Gefa mirinê hêrî kêm 23 jinan xwariye. Medyayê jinên trans jî tê de mirina herî kêm 30 jinan weke “xwekuştin”, “hewldana xwekuştinê”, û “mirina bigûman” belav kiriye.
Kuştin
Mêran di sala 2019ê de herî kêm 328 jin kuştine. Mêran di heman salê de pitik jî di nav de 15 zarok û herî kêm 29 mêrên ku di dema kuştina jinan de li bal wan bûne kuştine. 19 jin ne welatiyên Tirkiyeyê bûne.
Rêjeya kuştina jinan li gorî par ji sedî 29 zêde bûye. Rêjeya tundkariya mêran jî li gorî sala 2018ê ji sedî 51 zêde bûye.
Mêran jin li ku kuştine?
Mêran 171 jin li nava malan, 84 jin li kolan, kargeh, daristan û rêya hatûçûnê ango li qadên civakî kuştine. Cihên ku mêran 73 jin lê kuştine di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Mêran ji sedî 52yê jinan li nava mala, ji sedî 26ê jinan li li kolan, kolan, kargeh, daristan û rêya hatûçûnê ango li qadên civakî kuştine. Cihên ku mêran ji sedî 23yê jinan lê kuştine di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Kê jin kuştine?
Hevjînên ji sedî 56ê jinan ew kuştine.
Di sala 2019ê de herî hindik hevjîn/hevjînê bi mehra melayî/hevjînê kevn 185 jin kuştine. Mêr/yarê berê 44 jin kuştine. Bav, kur û xizmên din ên 39 jinan ew kuştine. Kesên nenas 9 jin, polîsekî jinek, mişteriyekî jinek, cîranan çar jin, hevalan neh jin, xwediyê karî jinek, dizê ku ketiye malê jinek û xwediyê malê jinek kuştine. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin ku mêrên 27 jin kuştine nas an na.
Mêran jin çawa kuştine?
Mêran ji sedî 52yê jinan bi çekên gulexwer, ji sedî 28ê jinan bi alavên birrek kuştine. Mêran ji sedî 11ê jinan derb kirine an jî zehr dane wan û kuştine.
Mêran 170 jin bi çekên gulexwer, 91 jin jî bi alavên birrek kuştine. Mêran 37 jin şewitandine, bi ava asît, jehrîkirine, derb lê dane û îşkence kirine û ew kuştine. Mêran di sala 2019ê de herî hindik 20 jin fetisandine/xeniqandine û kuştine. Çapemeniyê şêweyê kuştina herî hindik 10 jinan nenivîsandiye.
Mêran jin bi çi sedemê kuştine?
Di çapemeniyê de hatiye nivîsandin ku mêran ji sedî 16ê jinan ji ber “nexwestine veqetin”, ji sedî 9ê jinan jî ji ber “hesûdiyê” kuştine.
Mêran di sala 2019ê de 54 jin ji ber “nexwestine veqetin”, 28 jin ji ber “hesûdiyê”, 21 jin ji ber sedemên “aboriyê”, neh jin ji ber “nehiştiye hevjîn keç/kurê(n) xwe bibînin, neecibandiye, zordestî lê kiriye” kuştine. Heşt jin jî ji ber ku “keça wan nexwestiye li hev bên” kuştine.
Medyayê nenivîsiye bê ka mêran herî hindik 192 jin ji ber çi kuştine. Mêrekî jinek ji ber ku di dema ezmûnê de ew hişyar kiriye kuştiye, du jin piştî êrîşeke zayendî, sê jin jî di dema diziyê de kuştine.
Pêvajoya hiqûqî
Du polîs û cendermeyek fail bûn. Temenê failekî di bin 18yan de bû.
Herî hindik 337 mêran jin kuştine. Di hin bûyeran de ji yekî zêdetir fail hebû.
Tenê 93 fail hatine girtin. Çapemeniyê ji bo 54 failan gotiye, “hatiye desteserkirin”, “xwe radest kiriye”, ji bo 54 failan jî gotiye “xwekuştiye”, ji bo 15 failan gotiye “baz da”. Ji bo du failan nivîsandiye ku “lê digerin”, ji bo 16 failan gotiye “serbest mane”, ji bo failekî jî nivîsandiye ku “lêpirsînname hatiye amadekirin.” Pêvajoya hiqûqî ya herî kêm 25 failan di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin.
Bajarên ku jin lê hatine kuştin
Kuştina zarokan
Mêran di sala 2019ê de bi armanca ku ziyanê bigihînin jinan an jî tola xwe hilînin, herî hindik 15 zarok kuştine.
Hinek ji wan pitik bûne. Du zarok afganî bûne. Zarokek xwedî sendroma downê bûye.
Bavan 10 zarok, xalan du zarok, birayan du zarok, kurxal/kurapan zarokek kuştiye.
Zarokên ku hatine kuştin û çapemeniyê navên wan nivîsandine
A.D., Efkan B., K.K., Nadiv Q., Maryam Q., Sude Naz A., Z.Y.
Pêvajoya hiqûqî
Şeş fail hatine desteserkirin. Çapemeniyê ji bo çar failan nivîsandiye ku “baz dane”. Çapemeniyê rewşa herî hindik a pênc failan nenivîsandiye.
Tecawiz
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Kanûna Paşiyê de herî kêm tecawiz li 51 jinan kiriye. Di pênc bûyerên tecawizkirinê de jin hatine xespkirin. Gefa mirinê herî hindik li sê jinan hatiye kirin ku behsa bûyera tecawizê nekin.
Jinek ku tecawiz lê hatiye kirin, trans bûye. Yek jê jî ne welatiya Tirkiyeyê bûye. Yek ji hêla dîtinê ve xwediyê pêdiviyên taybet bûye, yek jî ji hêla hiş ve xwediyê pêdiviyên taybet bûye.
Failek veterîner-akademîsyen yek jî dersdar bûye.
Kê tecawiz li jinan kiriye?
Herî hindik di sê bûyeran de ji yekî zêdetir fail hebûn.
Jinan 32 tecawizkar nas nedikirin. Cîran/hevkarê 6 jinan, hevjîn/yarê pênc jinan tecawiz li wan kirine. Xal/bira û xizmên din tecawiz li pênc jinan, dizê ketiye malê tecawiz li jinekê, dersdar/akademisyenan tecawiz li du jinan, mêrekî ku ji bo karî bang lê kiriye tecawiz li jinekê, mêrekî ku li ser medyaya civakî ew nas kiriye tecawiz li jinekê kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrên tecawiz li şeş jinan kirine nas in an na?
Mêran li ku tecawiz li jinan kiriye?
Mêran li nava malê tecawiz li 21 jinan, li klînîka veterîneriyê, li park, daristan, kolan û cihên din ên civakî tecawiz li 22 jinan kiriye. Çapemeniyê cihên ku mêran tecawiz li heşt jinan kiriye nenivîsandiye.
Pêvajoya Hiqûqî
33 fail hatine girtin. 14 fail hatine desteserkirin. Ji bo sê failan lêpirsînname hatiye amadekirin. Heşt fail şandine edlileyê, ber destê dadgehê. Herî hindik sê fail bi şertê kontrola edlî serbest bûne. çapemeniyê ji bo failekî nivîsandiye ku “baz daye”, ji bo yekî din gotiye “lê digerin”. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya failekê nenivîsandiye.
Tacîz
Mêran di sala 2010an de herî kêm taciz li 232 jinan kiriye. Du jin hollendî, yek jî fasî bû. Jinek kêmendam bû.
Sê mêrên ku ji girtîgehê “bidestûr” derketine, tecawiz li jinan kiriye.
Kê jin tacîz kirine?
Jinan 120 mêrên taciz li wan kirîye nas nedikirin. Doktor, rektor, lêkolîner, polîs, gardiyan, dadwer, diransazekî ku di rastiyê de ne diransaz bûye tacîz li herî hindik 90 jinan kiriye. Xizmên sê jinan, mele, waiz û yên weke wan tecawiz li sê jinan kiriye. Çaqemeniyê nenivîsandiye ku mêrên tacîz li 15 jinan kiriye nas in an na.
Mêran bi çi awayî tacîz li jinan kiriye?
Herî kêm 188 jin bi devkî/fizîkî hatine tacîzkirin. Herî kêm bi rêyên telefonan û medyaya civakî 25 jin tacîz kirine. Fotograf-vîdeoyên 10 jinan kişandine û ew tacîz kirine. Mêran bi nîşandana organê xwe yê cinsî heşt jin taciz kirine. Midaxele li dirêjbûna dawa kirasê jinan kirine.
Pêvajoya hiqûqî
Tenê 30 fail hatine desteserkirin. 47 mêr hatine desteserkirin. Derbarê 12 failan de ti karekî yasayî nehatiye kirin. Lêpirsînname ji bo 22 failan hatiye destpêkirin.
23 fail hatine girtin, jinan an jî xizmên jinan heft fail kuştine. Cihê karî yê herî kêm sê failan hatiye guhertin. Biryara girtina li malê ji bo failekî hatiye derxistin. Çapemeniyê ji bo du failî gotiye “baz dane”. Çapemeniyê ji bo failekî gotiye “dest ji kar hatiye kişandin”. Ji bo failekî jî nivîsandiye ku doz lê hatiye vekirin. Pênc fail hatine dersînorkirin. Biryara dûrxistinê ji bo du failan hatiye dayîn. Pêvajoya hiqûqî ya herî hindik 76 failan di çapemeniyê de nehatiye aşkerekirin.
Istismara li zarokan
Di sala 2019ê de, mêran ya kêm taciz li 279 zarokan kirine, hin ji zarokên taciz lê hatîn kirin kur bûne.
Sê zarok jê sûriyeyî bûn. Çar zarok ji wan ducanî bûne û di encama vê istismar derketiye holê.
Kê zarok istismar kirine?
Zarokan 184 tewanbar nas nedikirin. Dersdar, midûrên dibistanan, ajokarên serwîsên dibistanan jî tê de karmendan tacîz li 43 zarokan, bav, zirbav û birayên wan herî hindik tacîz li 25 zarokan, xwediyê karan tacîz li du zarokan, diransazekî tacîz li zarokekî, xebatkarên şaredariyan tacîz li pênc zarokan, cîranên wan tacîz li pênc zarokan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka kesên tacîz li 41 zarokan kirine nas in an na.
Mêran li ku zarok tacîz kirine?
Mêran li cihên weke dibistan, bexçeyên dibistanan, market, kursa quranê ango qadên civakî tacîz li 154 zarokan, li malan tacîz 41 zarokan û bi rêya medyaya civakî tacîz li 12 zarokan kirine. Medyayê cihên istismara cinsî ya li 62 zarokan hatiye kirin nenivîsandiye.
Pêvajoya hiqûqî
166 fail hatine girtin. Herî hindik 76 jê hatine desteserkirin. Lêpirsînname ji bo neh failan hatiye amadekirin. Çapemeniyê ji bo sê failan gotiye “baz dane”, ji bo şeş failan gotiye “lêdigerin”. Herî hindik 14 fail serbest bûne, çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya sê failan nenivîsandiye. Ti karekî yasayî, hiqûqî ji bo şeş failan nehatiye kirin. Giliyê sê failan hatiye kirin. Sê fail ji kar hatine dûrxistin. Çapemeniyê ji bo failekî nivîsandiye ku xwe kuştiye. Malbat/xizmên zarokan pênc fail kuştine. 90 roj cezayê girtina li malê dane failekî.
Tundkarî/birîndarkirin
Di Sala 2019ê de, mêran tûndkarî li 630 jinan kiriye. Mêran malên herî hindik çar jinan şewitandiye yan jî xwestiye bişewitînin ku tundkarî li van jinan kiriye.
Herî hindik şeş jin trans bûne ku mêran tundkarî li wan kiriye. Di nava van tundkaran de polîs û notirvan jî hebûn. Jinên ku xwestine giliyê tundkaran bikin dema çûne qereqolê, gotinên homofobîk ji wan re hatiye gotin. Karmendan sûcên nefretkirinê kirine.
Digel biryara parastin û tedbîra li ser wan, tundkariya li ser herî hindik 16 jinan berdewam kiriye. Mêran îşkenceya sîstematîk herî hindik li heşt jinan kirine. Çapemeniyê rewşa herî hindik 12 jinên ku tundkarî li wan hatiye kirin bi gotina “xetereya li ser wê berdewam dike” ragihandiye.
Herî hindik pênc jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye ne tirkiyeyî bûne (Urdin, Fas, Sûriye…). Tenê sê jin ji ber tundkariyê xistine stargehê.
Kê tundkarî li jinan kiriye?
Hevjîn/hevjînê kevn/destgirtî/destgirtiyê kevn/hevjînê bi mehra melayî tundkarî li 427 jinan; jinan 32 mêrên ku tundkarî li wan kiriye nas nedikir; bav, kur ango xizmên din ên 42 jinan tundkarî li wan kiriye. Ajokarên texsiyan tundkarî li heşt jinan, cîranên wan tundkarî li 10 jinan kirine. Xwediyên karî yên herî hindik ê sê jinan, hevalên pênc jinan tundkarî li wan kiriye. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka jinan mêrên tundkarî li wan kiriye, nas dikin an na.
Pêvajoya hiqûqî
63 fail hatine girtin. Herî hindik 120 fail hatine desteserkirin. Çapemeniyê rewşa herî hindik 70 failan bi gotinên “lêpirsînname hate amadekirin”, “lêpirsîn berdewam dike” ragahindiye. Ti karekî yasayî an jî qanûnû ji bo herî hindik heft failan nehatiye kirin.
Jinên ku tundkarî li wan hatiye kirin an jî xizm/malbatên wan herî hindik heşt faîl kuştine. Çapemeniyê ji bo rewşa 18 failan gotiye, “baz daye”, ji bo 20 failan gotiye “lê digerin”. Biryara dûrxistinê ji bo sê failan hatiye standin. Cezayê pirtûkxwendinê dane failekî. Cezayê girtina li malê dane failekî.
Jinan giliyê herî hindik 20 failan kiriye.
Ti karekî yasayî yan jî qanûnî ji bo failên ku tundkarî li jinên trans kirine nehatiye kirin, lêpirsînname ji bo jinan hatiye vekirin.
Karkerîya seksê yê mecbûrî
Mêran di sala 2019ê de ya kêm li 712 jinan karê seksê daye kirin. Temenê 5an di bin 18an de bû ku zarok in. Sê ji wan jî ji hêla hiş ve xwediyê pêdiviyên taybet bûne.
389 jinên ku ji bo karê seksê hatine mecbûrkirin ne welatîyên Tirkiyeyê bûne. Herî hindik sê jin bi zora çekan neçarî karê seksê hatine kirin.
Pêvajoya hiqûqî
225 fail hatine girtin. Çapemeniyê ji bo 304 failan gotiye “hatine desteserkirin. Lê pêvajoya piştî desteserkirinê nehatiye ragihandin. 107 fail serbest bûne. Çapemeniyê ji bo 21 failan gotiye “doz lê hatiye vekirin”, herî hindik ji bo sê failan jî gotiye “reviya ye”. Cezayê pereyan li çar failan hatiye birîn. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya herî hindik 20 failan ranegihandiye. (EMK/FD)
bianet kadın ve LGBTİ+ haberleri editörü (Ekim 2018- Şubat 2025). bianet stajyerlerinden (2000-2001). Cumhuriyet, BirGün, DİHA, Jinha, Jin News, İMC TV için muhabirlik yaptı. Rize'de...
bianet kadın ve LGBTİ+ haberleri editörü (Ekim 2018- Şubat 2025). bianet stajyerlerinden (2000-2001). Cumhuriyet, BirGün, DİHA, Jinha, Jin News, İMC TV için muhabirlik yaptı. Rize'de yerel gazetelerde çalıştı. Sivil Sayfalar, Yeşil Gazete, Journo ve sektör dergileri için yazılar yazdı, haberleri yayınlandı. Hemşin kültür dergisi GOR’un kurucu yazarlarından. Yeşilden Maviye Karadenizden Kadın Portreleri, Sırtında Sepeti, Medya ve Yalanlar isimli kitaplara katkı sundu. Musa Anter Gazetecilik (2011) ve Türkiye Psikiyatri Derneği (2024) en iyi haber ödülü sahibi. Türkiye Gazeteciler Sendikası Kadın ve LGBTİ+ Komisyonu kurucularından. Sendikanın İstanbul Şubesi yöneticilerinden (2023-2027). İstanbul Üniversitesi Avrupa Birliği ve Bilgi Üniversitesi Uluslararası İlişkiler bölümlerinden mezun. Toplumsal cinsiyet odaklı habercilik ve cinsiyet temelli şiddet haberciliği alanında atölyeler düzenliyor. Şubat 2025'den bu yana kadın haberleri editörü olarak çalışıyor.
Helbestvan û nivîskar Herdem Merwaniyê piştî herdu pirtûkên xwe yên helbestan yên bi navê 'Çira' û ‘Reqsa Perperîkan’ pirtûka sêyem a bi navê ‘Hunera Dil’ jî derxist. ‘Hunera Dil’ ji weşanên Payizê derketiye.
Herdem Merwaniyê di vê berhema xwe de balê dikşîne ser gelek mijarên wek bêrîkirin, zîndan, êş û azarên gelê Kurd.
Her weha bêguman balê dikşîne ser hesreta ji bo bavê xwe A. Halîm Kirtayê ku 30 salan di girtîgehê de ma û 51 roj piştî derketinê koça dawî kir.
Herdemê têkildarî pirtûka xwe ya ‘Hunera Dil’ diyar kir û got, “Dema dinivîsîm hestên xwe û civakê dixim turekî”
Dema mirov bala xwe dide jiyana Herdemê di her rizikeke wê de mirov dikare bêje ku tevahiya rastiya jiyana kurdan jî dibîne.
Herdem Merwanî di sala 1979an de li Farqînê ji dayîk bûye. Hê ji zaroktiya xwe ve nivîsandin û helbest li xweşê wê diçe. Di 13 saliya xwe de wate di sala 1992an de ji ber îfade li ser tê dayîn, tê girtin. Lê ji ber temenê wê yê biçûk her çiqas ku cezayê wê bê daxistin jî hema bêjin zaroktiya wê di girtîgehê de derbas dibe.
Şekirê pembû bigelemperî di fûar, sîrk, karnaval û mîhrîcanan de; di kîsikek plastîk de, li ser çîpekê an jî di kaxezê de tê pêşkêş kirin. Ji bilî van deran li Tirkiyeyê bi piranî firoşkarên kuçeyan wan difiroşin. Şekirê pembû bêtir ji bo bi kêfxweşkirina zarokan e. Lê belê carnan bûye mijara siyasetê jî.
Gelek cureyên şekirê pembû cara pêşîn berî sedsala 19an li Ewrûpayê hatin dîtin. Hostayên şekir bi kişandina têlên şekirê karamelîzekirî bi destan şîraniyên sivik û nazik çêdikirin. Lê belê, şîraniya şekirê pembû ya nûjen di sala 1897an de ji aliyê bijîşkê diranan yê Amerîkî William Morrison û çêkerê şîraniyê John C. Wharton ve hate îcadkirin.
Wan amûrek elektrîkê bikar dianîn da ku şekir bihelînin û bikin têlên zirav. Ev şîraniya nû di sala 1904an de bi navê "Fairy Floss" (Têlên Horîyan) di Fûara Cîhanê ya St.Louisê de hate pêşkêş kirin û eleqeyek mezin kişand.
Cara yekem bijîşkê diranan şekirê pembû çêkir
Tişta îronîk ew e ku bijîşke diranan şekirê pembû îcad kiriye. Her çend Morrison û Wharton ew di sala 1921an de patent girtibe jî lê diransazek din bi navê Joseph Lascaux di sala 1949an de îcadek bi vî rengî bipêş xist. Lascaux biryar da ku guhertoya xwe wek bi nave "şekirêşima pembû" bifiroşe, Ji bo ku bi orjînala "Fairy Floss" (Têlên Horîyan) a ku ji hêla Morrison û Wharton ve hatî afirandin cuda be.
Di salên 1970an de, makîneyek şekirê pembû ya otomatîkî hate afirandin ku şekirê pembû bi xwe çêdikir û paket dikir. Vê jî karê birin û anînê û hilberîna şekirê pembû li karnaval, dezgeh, şahî û çalakiyên din hêsantir kir.
Şekirê pembû di fîlimên wekî Dumbo (1941,2019), Charlie and the Chocolate Factory (1971, 2005) û The Greatest Showman (2017) de hêmayek girîng bû. Fîlmê kurdî yê bi navê Şekirê Pembû di sala 2013an de derketîye. Derhêner Ozan Takış ev fîlm ji bo bîranîna karkerê zarok Ahmet Yildizê ku di makîneya presê de asê mabû û jiyana xwe ji dest dabu, kişand. Fîlm qala du karkerên zarok dike ku li Edeneyê pembûyan berhev dikin, di bin şert û mercên dijwar de dixebitin û rûbirûyê nakokiyên di navbera bajar û gundan dibin.
Di xwepêşandanên de şekîrê pembû
Her çiqas ev şêrînayî ji bo pîrozbahî û çandê hatibe bikaranîn jî, carinan di wateyeke xweş de û carnan jî nexweş de bûye mijara siyasetê, Heta li hin welatan di protestoyan de bi awayekî îronî hatiye bikaranîn. Em dikarin protestoyên Kongoyê, çalakiya “Êlekên Zer” ya Fransayê weke mînak nişan bidin. Bi taybetî di dema xwepêşandanan de ji bo rexnekirina polîtîkayên hikûmetê hate gotin. Xwepêşanderan ji bo ku rexneyên xwe bînin ziman gotina şekirê pembû weha bikar anîn: Vala û demkî ye, weke şekirê pembû.
Çawa bû mijara siyasetê?
Her çend şekirê pembû rasterast bi siyasetê re têkildar nebe jî, carinan ji hêla siyasetmedaran ve di festîval, şahî an ji li mîtîngan de dihat tercîh kirin. Van siyasetmedaran şekirê pembû wek amûrek sembolîk an jî populîst bikar dianîn.. Armanca wan ew bû ku bala raya giştî bikşînin, xwe dirust bide nîşandan û îmaja "yekî ji xelkê"yê xurt bikin.
Minak;
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Barack Obama: Di dema kampanyaya hilbijartinê ya 2008an de dema ku ji gel re dipeyivî şekirê pembû dixwar.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn: Di sala 2019 de,di çalakiyek li St. Petersburgê de şekirê pembû dixwar û wêneyên wî yên ku dema şekirê pembû dixwar hatibû kişandin.
Siyasetmedarên herêmî yên li Tirkiyeyê: Di heyamên hilbijartinê de, pirê caran tên dîtin ku gelek namzet di çalakiyan de ji bo zarok û malbatan şekirê pembû belav dikin.
Newroz, polîs, şekirê pembû û Mansur Yavaş
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Cizîrê de, du polîsên bi navên Sînan Baydî û Alî Talha Balbal, alîkariya Barişê ku kesekî astengdar e û şekirê pembûyî difiroşe kirin. Polîsan hemû şekirên pembûyî yên Bariş kirîn û li zarokên derdorê belav kirin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansûr Yavaş li ser vê bûyerê li Stenbolê axivî û ji bo Alaya DEM Partiyê gotibû, “Duh li mîtîngekî Rojhilatê (Tirkîye) de alên ku li gorî min “paçavra” ne dihat libakirin û polîsan şekirê pembû dida kesên ku diçûn wê mîtîngê. Ez destwerdana li vir rast nabînim. Em li bende ne ku hêzên ewlekariyê şekir li ciwanên vir jî belav bikin.” Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê Özgür Özel ji ber gotinên Yavaş lêborîn xwest, lê Yavaş paşve gav neavêt.
Gotinên Yavaş ên li ser sembolên Kurdan ên weke 'çiqê' bû sedema bertekeke mezin. Mijar di Newroza Stenbolê de jî hat lidarxistin. Hin kesan bi vekirina pankarta mezin a bi nivîsa "Mansur Alsana Şekirê pembû" amaje bi gotinên Yavaş kirin. Pankartekî din a li ser “paçavra bavê te ye” jî bû mijar. Van wêneyan carek din nîşan da ku dengdêrên Kurd çiqasî hestiyar in ji nîqaşên siyasî re.
Bianet Haziran 2019 stajyeri. İstanbul Üniversitesi Siyasal Bilgiler mezunu. İstanbul Altınbaş Üniversitesi’nde yüksek lisans yapıyor. Şu sıralar moda ve eşya tarihi üzerine çalışmakta.