Fotograf: Gazete Karinca
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Tora Têkoşîna li Dijî Tundkariyê ya Amedê, rapora xwe ya 5 mehan li Komeleya Mafên Mirovan (IHD) a Amedê bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkera kiriye.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê Remziye Tosun, Dersîm Dag, endama damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akat Ata û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûne. Parêzer Oyku Çakmak, endama Tevna Têkoşîna li Dijî Tundkariyê ya Amedê daxuyanî xwendiye.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku di nava 5 mehan de 838 jinan serî li Tevna Tundkariyê daye.
Oykuyê di daxuyaniyê de wiha gotiye: "Di nav 5 mehan de 838 jinan li Amed û navçeyên Amedê serî li saziyên sivîl dane. Tundkariya psîkolojîk li 720 jinan, ya laşî li 422 jinan, ya aboriyê li 392 jinan, ya dijîtal li 321 jinan û ya civakî li 198 jinan hatiye kirin.”
“Ji sedî 85ê jinan rastî tundkariya psîkolojîk tên”
"Mêrên jinan bêhtir tundkariyê li wan dikin. Ji sedî 85ê jinan rastî tundkariya psîkolojîk a sîstematîk tên. Her wiha jin hem di nava malê de û hem jî di nava civakê de rastî şîdetê tên."
“Mêran 3 jin kuştine”
"Istîsmara zayendî li 97 zarokan hatiye kirin ku temenê wan di navbera 15 û 18an de ye. Di nav daneyan de zarokên ku bi zorê hatine zewicandin jî hene. Di hinek qeydên fermî de weke ku bi daxwaza zarokan ev kar bûye hatiye nîşandan Li Amedê di nava 5 mehan de mêran 3 jin kuştine. Her wiha li bajêr bûyerên xwekuştinê jî zêde bûne. Em xwekuştinê jî wekî cînayet dinirxînin. Li gorî me xwekuştin ji hêla civakî û edlî divê bên lêkolînkirin."
"Têkoşîneke hevpar divê bê dayîn"
"Li bajarên Tirkiyeyê jî di nava 5 mehan de 62 serlêdana jinan qebûl kirine. Me alikarî da van jinan jî. Di nav 5 mehan de em mudaxilî gelek dozan jî bûn. Li Tirkiyeyê şîdeta li hemberî jinan, kuştina jinan, zewicandina bi zorê ya zarokan û bûyerên xwekuştinê gelek zêde dibin. Tundkariya ku di nava civakê de li pêş dikeve herî zêde li ser jinan bi bandor e. Li dijî tundkariyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn." (EMK/FD)