Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Înîsiyatîfa Mafan li Enqereyê ji bo Roja Mafên Mirovan a Cîhanî, panelek bi navê “Zorak Mafdar in” pêk aniye.
Endama Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Şaxê Enqereyê Sevîn Koçak û Koordînatorê Programa Perwerdeya Mafên Mirovan a Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, Şaxê Tirkiyeyê Mehmet Onur Yilmaz di panelê de axivî ne. Mehmet Arif Koçer, Serokê Giştî yê Komeleya Înîsiyatîfa Mafan jî moderatoriya panelê kiriye.
Mehmet Onur Yilmazî gotiye ku di dema qedexeya derketina derve de li bajarên kurdan 97 zarok mirine û ji ber van mirinan doz li ti kesî nehatiye vekirin.
Yilmaz: 97 zarok mirin
Yilmaz wiha axiviye:
“Li ber çavên me zarok her komîk û şîrîn in lê ew li her derê jiyanê ne û zarok vê jiyanê dijîn.
“Dema tiştek tê serê mezinan, ji zarokan hêsantir dikarin hesaban bipirsin. Lewre civak dibêje ‘carekê hate serê wê’ û ser bûyerê digire.
“Di dema dorpêçan de em dibînin ku 97 zarok mirine lê doz li ti kesî nehatiye vekirin.
“400 hezar zarokên kêmendam ên penaber hene ku ti alîkarî bi wan nayê kirin. Li Tirkiyeyê hin zarok hene ku ti cihên wan di nava jiyanê de nîne, weke zarokên me.
“Mafparêzên mafên jinan hene, mafparêzên mafên LGBTIyan hene lê mixabin mafparêzên zarokan nîne.”
Koçak: 21 hezar zarokên ducanî hene
Sevîn Koçak, endama Komîsyona Mafên Zarokan a İHDyê, Şaxa Enqereyê jî diyar kiriye ku li girtîgehan zêdetirî 3 hezar zarok tên girtin û li gorî daneyên fermî 21 hezar zarokên ducanî hene. (EKN/FD)
Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê