Tora Sûriyeyê ya ji bo Mafên Mirovan (SNHR) ragihand ku li Sûriyeyê ji destpêka şerê Sûriyeyê yê navxweyî heta niha da 29 hezar û 17 zarok mirin.
SNHRê ji ber Roja Mafên Zarokên Dinyayê der barê zarokên ku Sûriyeyê yên ku di şerê navxweyî da hatin kuştin da raporek weşand.
Di raporê da hat gotin ku ji adara meha sala 2011an da vir va di pevçûnên di navbera terefên şer da 29 hezar û 17 zarok hatine kuştin.
Ji ber pevçûnên di navbera komên mixalif yên eskerî û hêzên rejimê hezar û 48 zarok, di êrîşên hêzên koalîsyona dijî DEAŞê da jî 924 zarok hatin kuştin.
Hezar û 94 zarok jî ji hêla komên çekdar yên ku nasnameya wan ne diyarin va hatin kuştin.
“186 zarok di êrîşên rejimê yên kîmyayî da mirin”
Li gor raporê, ji adara meha sala 2011an vir var ji ber êrîşên kîmyayî yên ku ji hêla rejima Esad va hatine kirin da 186 zarok hatin kuştin. 305 zarok jî ji ber dorpeçkirina rejimê ku birçî û bêderman man mirin.
(MB)
*Çavkanî: Fatih Gazioğlu/AA
Wêne:AA