Fotograf: Mustafa Güçlü/AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Perwerdeya ku ji ber operasyona li Rojavayê li Riha, Mêrdîn û Şirnexê hatibû sekinandin, vê sibehê careke din dest pê kiriye.
Li tevahiya navçeya Kaniya Xezalan, Serêkaniyê û Pirsûsê û li hêrêmên ser sînor ên navçeya Bîrecîkê ya Rihayê vê sibehê perwerdeyê dest pê kiriye.
Her weha li hemû dibistanên Nisêbînê û li herêmên ser sînor ên navçeya Artûklû û Qoserê ya Mêrdînê jî perwerde vê sibehê daye destpêkirin.
Li herêmên ser sînor ên navçeya Cizîr, Hezex û Silopyayê jî li dibistanên ku perwerde lê hatibû sekinandin vê sibehê dest bi danîna dersan hatiye kirin. (AO/FD)