Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Baxlarê ya Amedê wesayita zirxkirî ya polîsan li zarokekê bi navê Efe Tekîn daye. Zarokê ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin, miriye.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê wesayitê 11ê Îlonê li zarokî dabû. Zarok li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin.
BIXWÎNE: Polîsê ku li Silopiyê bû sedema mirina du zarokan hat girtin
Îro dê li Goristana Yenîkoyê bê binaxkirin.
Li gor raporeka Komeleya Mafên Mirovan di 10 salên dawiyê de 63 caran wesayitên zirxkirî li welatiyan daye. 36 kes mirine. 16 ji kesên bi wesayitên zirxkirî hatîn kuştin zarok bûne, 6 jî jin bûne.
(EMK/MB)