Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şampiyonê Lîga Şampiyonan a UEFAyê, Liverpool û şampiyonê Lîga Ewropayê ya UEFAyê, Chealsea ji bo Kûpaya Super bi dest bixin dê îşev li Stenbolê derkevin pêşberî hev.
Yariya kûpayê wê saet di 20.00ê de li Beşiktaş Vodafone Parkê bi rê ve biçe.
Beriya yariyê her du tîmên futbolê bi zarokên kêmendam re derketine antremanan.
Klupên Liverpool û Chelseayê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ew dîmen par ve kirine ku futbolîstên wan û zarokên kêmendam tê de xuya dikin.
Liverpoolê li ser hesabê xwe wêneyê Jurgen Kloop, dîrektorê tîmê û Muhammed Salah, futbolîstê misrî yê bi nav û deng par ve kiriye û gotiye: “Di navbera zarokên UEFA Foundationê û ‘Soran’ de demên xweş bihûrîne”.
Chelseayê jî wiha nivîsiye: “Aha va ye her tişt ji bo vê ye!”.
This is what it’s all about! @UEFA_Foundation #SuperCup pic.twitter.com/P1fAkRUIX4
— Chelsea FC (@ChelseaFC) August 14, 2019
Li 215 welatan wê bê weşandin
Piştî yariya Kûpaya Lîga Şampiyonan a UEFAyê ya sala 2005ê û yariya Kûpaya UEFAyê ya 2009ê cara sêyem e ku wê li Stenbolê yariyereke di asta klupên UEFAyê de pêk were. Maç di kanala beIN SPORTS Haberê de û bê şifre dê bê nîşandan. Yarî li gel Ewropayê, wê li 215 welatên Afrîka, Asya, Amerîkaya Latîn, Amerîkaya Bakur, Rojhilata Navîn û Okyanûsyayê di televizyonan de bê weşandin. (RT/FD)
Çavkanî: AA