Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Leşkeran li gundê Çemekurkê yê Rûbaroka Colemêrgê gule bera ser gundiyan dane ku bazirganiya sînorî dikirin. Di encama guleberdanê de Vedat Ekinciyê 14 salî miriye, gundiyek jî birîndar bûye.
Sait Dede, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan) ê Colemêrgê ji bianetê re got, bûyer di saetên rojê de saet di navbera 16.00 û 17.00ê de pêk hatiye. Dede wiha axivî:
“Di navbera Gundê Çemekurkê û Başûrê Kurdistanê de tenê çemek heye. Piştî hûn çem derbas dikin, derbasî nav xaka aliyê din dibin. Ev der cihekî wiha ye ku gelek kes her gav diçin û tên.
“Gule ji nêz bera dane”
“Ji gund 5 kes serê sibê diçin, heman rojê vedigerin. Di rêya vegerê de leşker guleyan bera ser wan didin. Gundiyan got ku li bejahiyê û ji nêz gule bera dane.
“Bazirganiyan li ser sînorî her gavê heye”
“Li vir berê jî bazirganiya li ser sînorî dihate kirin. Dewlet jî leşker jî herkes vê dizanin. Her weha ti rêyeke din a debara van mirovan nîne. Ji sedî 80yî xizmên van kesan li aliyê din dijîn.
“Berê jî gule bera hespan dane”
“Gundiyan got di demeke nêz de gelek caran gule bera hespên wan dane. Vê carê jî xortekî cipûciwan miriye. Mafê guleberdanê ya leşkeran nîne. Tiştê ku divê bikin desteserkirin, bicîanîna qanûna binpêkirina sînoran e. ji ber ku sînor derbas kirine kuştina mirovan kar e.
“Di encama bêcezatiyê de ev bûyer pêk hatiye”
“Ev bûyer di encama becezatiyê de pêk hatiye. Heke ku hesabê qetlîama Robozikê bihata xwestin wê îro Robozikên nû pêk nehatana. Tekane sedema van bûyeran neçareseriya pirsgirêka kurdan e." (RT/FD)