Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duhî li navçeya Pulurê teqemenîyek li du zarokan teqîyabû. Herdu zarok li cihê bûyerê birîndar bûne. Ayaz Gulogluyê 8 salî li cihê bûyerê miriye.
Nupelda Gulogluya çar salî ji bo nexweşxaneyê hatiye birin. Keça çar salî li nexweşxaneyê miriye.
Wekîlê Dêrsimê yê ji Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), Alican Onluyî diyar kiriye ku dewlet hewil dide bûyerên kuştina zarokan manîpûle bike.
Onluyî daye zanîn ku ji beriya Walîtîya Dêrsimê lêkolîn û lêpirsînan bike xebatên welê dike ku berpirsên sûcî tê veşartin. Sûcdar bêceza dimînin.
Wekîlî eşkere kiriye ku Tirkiyeyê jî hevpeymana Ottawayê îmze kiriye. Li gor hevpeymanê divîya Tirkiyeyê heya 1ê Adara 2008ê mayinên li depoyên xwe îmha bike. Divîya heta 2014ê jî mayinên hatîn çandin rake û alîkariya wan kesan bike ku ji mayina zereer dîtine.
Wekîlî diyar kiriye ku li Dêrsimê zêdetirî 10 hezaran mayin hene. Herweha Alican Onluyî diyar kiriye ku zêdetirî hezar zarokan bi teqemenîyên jibermayîyên şerî mirine.
(RT/EKN/MB)