Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsekê bi navê O.Y. dema wesayita zirxkirî ya polîsan diajot wesayit li dîwarekê daye û bi ser du zarokên 6 û 7 salî de herifandibû û kuştibû.
Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê ji ber kuştina Muhemed Yildirimê 7 salî û Furkan Yildirimê 6 salî 19 hezar TL (Lîreyên Tirkan) ceza daye polîsî. Dadgehê pêşiyê 2 sal û mehek cezayê girtinê daye, paşê kiriye cezayê pereyî.
Serokê Baroya Şirnexê Nuşîrevan Elçîyî ji bianetê re got:
“Dadgehê biryar daye ku ji ber xemsarîyê sûc hatiye kirin û bi vê yekê ceza da polîsî lê fermandarê ku ferman dabû polîsî ti ceza nestand.”
Bixwîne - Polîsê ku li Silopiyê bû sedema mirina du zarokan hat girtin
Çi bûbû?
Li taxa Karşiyakayê ya navçeya Silopiyê ya Şirnexê di 3yê Gulanê de panzera polîsan a bizirx ji ber sedemeke ku nehatiye zanîn li dîwarê xaniyekî da û ket nava malê.
Bixwîne - Panzêra polîsan ket nava malê, du zarok mirin
Panzêrê piştî ku dîwar rûxand û heta nava odeyê çû û di encamê de bû sebeba kuştina Muhammed Yildirimê 7 salî û birayî wê Furkan Yildirimê 6 salî.
Polîsê bersûc diyar kiribû ku wî pêl frêna wesayitê kiriye lê ew nesekiniye. Pisporê Trafîkê jî diyar kiribû ku wî polîsî ehliyeta ji bo wesayitên zirxkirî nebû.
(AS/MB)