Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) di 12ê Hezîranê, Roja Têkoşîna Li Hemberî Karkeriya Zarokan a Cîhanî de raporek belav kiriye. Li gorî vê raporê di pênc mehên pêşiyê yên sala 2019ê de herî hindik 26 karkerên zarok mirine.
Ji sedî 28ê serjimara Tirkiyeyê zarok in û di sala 2018ê de ji sedî 21ê zarokan bûne karker.
Di raporê de behsa daneyên derbarê zarokan ên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TSK) hatiye kirin û wiha hatiye gotin: Saziyê “tenê îstatîstîkên derbarê wan zarokan de belav kirî ye ku temenê wan di navbera 15 û 17ê de ye. Digel vê jî di sala 2018ê de hejmara zarokên bûne karker 7 hezar zêdetir bûye ku 2018 weke ‘Sala Têkoşîna li Hemberî Karkeriya Zarokan’ hatiye ragihandin. Dîsa di vê salê de hejmara zarokên di dema karî de mirine gihiştiye asta herî bilind.”
Çar zarok penaber/koçber bûne
Li gorî daneyên İSİGê, di sala 2013ê de 59 zarok, di sala 2014ê de 54, di sala 2015ê de 63, di sala 2016ê de 56, di sala 2017ê de 60 û di sala 2018ê de 67 zarok di dema karkirinê de mirine.
Meclîsê hin dane par ve kirine ku wiha ne:
* Zarok herî zêde li Riha, Stenbol, Dîlok, Antalya û Edeneyê di dema karkirinê de mirine. Li van bajaran, serjimara zarokan, serjimara penaberan û karkeriya zeviyan zêde ye.
* Ji 26 zarokan, 4 jê penaber/koçber bûne.
* Ji 26 zarokan, çar jê zarokên keç bûne. Keda zarokên keç him li zeviyan tê xwarin him jî di karkirina li malê ya belaş de.
* Di karê zeviyan de zarokên ku temenê wan di navbera 8 û 10an de mirine. Nîvê van zarokan karkerên zeviyan e. Ji sedî 43yê wan karê pîşesaziyê, ji sedî 7 jî karê xizmetguzariyê diikirin.
* Karkerên zarok herî zêde jehrî bûne/fetisîne, di encama qezaya trafîkê de, ketine û mirine. Zarok an ji bo ava vexwarinê çûne ser avê yan ji ber kela havînê xwestine hênik bibin û ketine avê û di encamê de fetisîne.
* Temenê 9 zarokan 14 û berjêrtir bûye. Karkirina zarokan a di van temenan de qedexe ye. (AO/FD)