Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
M. V. yê ku li navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê istismara cinsî li zaroka keç kiriye, hatiye girtin.
Dozgerê Komarî yê Kuçukçekmeceyê îfadeya M. V. yî li Midûriyeta Şûbeya Asayişê ya Kuçukçekmeceyê standiye. M. V. piştî îfadeya li vir, şandine Edliyeya Kuçukçekmeceyê û dadweriya nobedar bi sûcê “istismara cinsî” biryara girtina wî daye.
uleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî duh (25ê Nîsana 2019ê) aşkere kiribû ku failê bûyerê hatiye girtin. Piştî wê hatibû ragihandin ku 8 kesên din jî hatine desteserkirin.
Bixwîne - Li dijî istismara cinsî ya li ser zaroka keç jinan çalakî pêk anîne
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan (AA) failê bi navê M. V. 20 salî ye û li ser destan çenteyan difiroşe. Jêpirsîna failî berdewam dike.
Li gorî heman nûçeyê zaroka keç, li gel malbata xwe û bi beşdariya pedagogan M. V. teşxîs kiriye.
Şeş kesên ku hatiye famkirin ti pêwendiya wan bi bûyerê re nîne, hatine berdan. Şeş pakistaniyên desteserkirî jî radestî Midûriyeta Rêveberiya Koçberiyê hatiye kirin da ku bên dersînorkirin.
Bixwîne - Wezîr Soylû: Failê istismara cinsî yê li Kuçukçekmeceyê hatiye girtin
Di vê navberê de duh jî jin li navçeyên Kartal, Maltepe û Avcilarê, li Enqere, Eskîşehîr, Duzce û Kocaeliyê çalakiyên xwe berdewam kirine.
Bixwîne - Zarokeke 5 salî li navçeya Kuçukçekmeceyê rastî istismara cinsî hatiye
Platforma Em ê Kuştinên jinan Bidin Sekinandin jî duh bi şev serdana malbata zaroka keç kiriye. Li gel wan Şaban Naz, bavê Rabîa Nazê jî hebûye ku li navçeya Eynesîla Gîresûnê bi awayekî bi guman miriye.
Çi bûbû?
Li Taxa Kanaryayê ya Kuçukçekmeceya Stenbolê, zarokeke keç a 5 salî rastî istismara cinsî hatibû.
Li gorî îdiayê malbata zaroka ku rastî istismarê hatiye, ew bi laşê wê yê bixwîn li ber deriyê mala xwe dîtine. Malbatê zaroka xwe biriye nexweşxanê û ew niha hatiye dermankirin.
Hatiye diyarkirin ku zarokekî/e din ê/a 5 salî li cem zaroka keç a rastî istismara cindî hatiye, bûye û wê/wî şahidî li bûyerê kiriye. (AO/FD)
Fotograf: Meclîsên Jinan /Twitter