Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bertekên li dijî istismara cinsî ya li ser zaroka keç a li Kuçukçekmeyeceya Stenbolê berdewam dikin.
Duh li gelek bajaran jinan çalakiyên protestoyî pêk anîn. Di saetên şevê de Walîtiya Stenbolê daxuyaniyeke nivîsî weşandiye. Di vê daxuyaniyê de Walîtiyê gotiye, piştgiriya tenduristiyê û ya psîko-sosyal didin malbata zarokê. Li hêla din Walîtiyê diyar kiriye ku ew ê li hemberî wan kesên bertek nîşan didin, lêpirsînnameyan amade bikin.
Bixwîne - Zarokeke 5 salî li navçeya Kuçukçekmeceyê rastî istismara cinsî hatiye
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de çalakiyên protestoyî bibîr xistiye û gotiye, “mixabin hin derdorên dixwazin di nava civakê de kaos û tevliheviyê çêbikin vê bûyera xemgîn bi armanca provokasyonê bi kar bînin. Em vê jî bi baldarî dişopînin û li hemberî kesên hatine tespîtkirin lêpirsînname hatine amadekirin”.
Îmamoglû, Şaredarê Bajarê Mezin serdana malbatê kiriye
Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê duh di saetên şevê de serdana malbata zaroka keç a ku rastî istismara cinsî hatiye, kiriye.
Duh li dijî istismara cinsî ya li ser zaroka keç li Mûgla, Edene, Qibris û navçeyên Stenbolê Eyup, Sancaktepe û Şîrînevlerê jinan çalakiyên protestoyî pêk anîn. Di saetên şevê de niştecihên taxa Kanaryayê ya çalakiyeke protestoyî çêbûye ku bûyera istismara cinsî li wir pêk hatiye. Lê polîsan bi ava şid midaxele li çalakgeran kiriye. (AO/FD)