Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nexweşxaneya Kitafê ya li Yemenê, roja 26ê Adarê hatiye bombekirin. Li gorî nûçeya CBCyê heft, li gorî ya BBCyê jî herî kêm heşt kes mirine, heşt kes jî birîndar bûne.
Di nava kesên mirine de çar zarok hene ku temenê wan 8, 10, 12 û 14 ye.
Li Yemenê welatî nikarin ava paqij û xwarinê bi dest bixin. Li gel vê nexweşiya kolêrayê jî destpê kiriye.
Di hefteyekê de 37 zarok mirine
Li gorî daxuyaniya Save the Childrenê, çar zarok di vê êrîşê de mirine. Dîsa li gorî heman daxuyaniyê, di encama bombebarana hefteya dawiyê de herî kêm 37 zarok mirine.
Di nava wan kesan de xebatkarên nexweşxaneyê jî hene ku di encama bomberaranê de mirine.
Tenê di nava sala 2016ê de, ji sedî 77ê avahiyên dermankirinê yên li Sûriye û Yemenê hatine bombekirin.
Li gorî daneyên Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî, pêwistiya zêdetirî 11 milyon yemeniyan demildest bi alîkariya mirovî heye. (AS/FD)