Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li ser bangewaziya Greta Thunberg, çalakvana îqlimê, li 125 welatan bi sed hezaran xwendekar li 2083 cihan îro beşdarî çalakiya kureyî bûne. Greta Thunder li dijî guherîna îqlimê û kesên şeşem pêvajoya tunebûna mezin a gerstêrkê dane dest pêkirin, di Tebaxa 2018ê de dest bi çalakiyê kiribû.
Li Tirkiyeyê jî li bajarên weke Stenbol, Îzmîr, Îdir, Antalya û Bûrsayê xwendekar neçûn dibistanan û bi pankartên xwe bang li siyasetmedaran, karsazan û nifşên beriya xwe yên cîhan anîne vê rewxê kirine.
*Stockholm/Swêd
“Înên ji bo dahatê”
Tevgera greva dibistanan a ji bo îqlimê ya nifşê Zyê serkêxiya wê dike di du mehên dawiyê de ji bo 15ê Adarê li hemû cîhanê çalakiyeke mezin çêbike kar dikir.
Tevgera FridaysForFuturê (Înên ji bo dahatê) nameyek vekirî amade kirine û tê de gotine, “Kûfa we jê re were yan jî neyê, em ê qedera mirovahiyê biguherînin”.
*Vîen/ Avûstûrya
Li 125 welatan 2083 çalakî çêbûne
Li gorî ku di malpera fridaysforfuture.orgê de hatiye nivîsandin, îro (15ê Adarê) li 125 welatan li 2083 cihan çalakî çêbûne. Yek ji van jî Bakûrê Sûriyeyê ango Rojava bûye. Li wir jî komeke xwendekar bi vîdeoyên ku kişandine bal kişandine ser guherîna îqlimê. (PT/FD)